‘Jinên li Girtîgeha Qerçekê bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne’
Rojnamevana Îranî Jiyal Benî Yeqûb diyar kir ku li Girtîgeha Qerçek a bajarê Varamîna Îranê jinên girtî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan – Rojnamevana Îranê Jiyal Benî Yeqûb, behsa metirsiya darvekirina çend jinên girtî yên li Girtîgeha Qerçek a bajarê Varamînê kir. Jiyal ragihand ku çend jinên ku di vê girtîgehê de bi hinceta pêwendiya li derveyî zewacê girtî ne, rastî cezayê darvekirinê hatine û wiha got: “Ev jin bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne. Tevahiya va girtiyan ji parêzeran bêpar in.”
Rejîma Îslama Îranê yek ji wan welatan e ku herî zêde girtiyan darve dike. Gelek kesan cezayê darvekirinê girtine û ji dadgehkirina adilane bê par mane. Girtîgeha Qerçek a li bajarê Varamînê, cîhê girtiyên ku bi tawan û sûcdariyên giştî tên sûcdarkirin e û bi piranî bi hincetên cûda cezayê darvekirinê li wan hatine birîn. Di salên borî de hejmarek girtiyên siyasî şandine vê girtîgehê.