Rojnameger Rojin Altay hat berdan
Rojnamegera Yenî Yaşamê Rojîn Altay a ku li Stenbolê hatibû binçavkirin piştî îfadeya xwe da dozgeriyê hate berdan.

Stenbol – Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya 28ê Çileyê êvarê de li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hatibû binçavkirin. Rojîn Altay a ku li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hat binçavkirin 4 roj şûnde sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin. Rojîn Altay a ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistina terorê ye" piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Di îfadeya Rojîn Altay ya emnîyetê da pirsên daxuyaniyên nûçeyên ku dişopand, meş, civîn û çalakiyên protestoyî hate pirskirin.