231 welatiyên Êzidî vegeriyan Şengalê
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku 231 penaber ji Kampa Bêrsiv a Zaxo vegeriyane Şengalê.

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 231 koçberên Êzîdî ku ji 39 malbatan pêk tên, ji kampa Bêrsiv a Zaxo vegeriyane Şengalê. Îvan Fayeq diyar kir, piştî ku tedbîrên lojîstîk û ewlehiyê hatin girtin, veger bi şirîkatiya navenda qeyrana Herêma Kurdistanê û Rêxistina Navdewletî ya Koçberan hatiye kirin.
Herwiha PDK rê nade welatiyên ku ji kampên Hewlêr û Duhokê derketine vegerin warê xwe.