Rojnameger Nazîla Maroofîan ji ber îşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kir

Rojnameger Nazîla Maroofîan ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû 4 caran hatibû girtin. Li gorî agahiyan Nazîla Maroofian bi daxwaza cezakirina peywirdarên ku îşkence lê kirine dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Navenda Nûçeyan- Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku rojnameger Nazîla Maroofîan a li Îranê ku ji ber bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû, sê car hatibû girtin û berdan, di 30 Tebaxê de cara çaran hatiye girtin û ji ber îşkenceyê di 1’ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Îşkence lê hat kirin

Cîranên Nazîla Maroofian diyar kirin ku roja 30’yê Tebaxê de avêtine ser mala rojnameger, deriyê wê şikandine û bi îşkenceyê binçav kirine. Hat hînbûn ku Nazîla Maroofîan piştî ku hatiye girtin wê birine Girtîgeha Evînê, di roja 31’ê Tebaxê de ji ber îşkenceya lê hatiye kirin nexweş ketiye, wê rakirine nexweşxaneyê dûre dîsa birine girtîgehê.