Dayikên Aştiyê: Bila hemû gel bibin dengê aştiyê

Dayikên Aştiyê yên ku pêşengên têkoşîna ji bo aştiyê ne, tevî zilma li ser xwe jî bi îsrar têkoşîna xwe didomînin. Dayikan bi wesîleya 1’ê Îlonê roja aştiya cîhanê bang li hemû gelên cîhanê kirin ku bibin dengê aştiyê.

PELÎN OZKAPTAN

Navenda Nûçeyan – 1’ê Îlonê roja aştiya cîhanê, ji sala 1981’ê ve wekî roja li dîjî şer tê pêşwazîkirin. Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji gelek derên cîhanê mirov li dijî desthildatdariyên ku di şer de îsrar dikin dengê xwe bilind dikin û ji bo aştiyê têdikoşin.

Dayikên Aştiyê jî pêşengên têkoşîna ji bo aştiyê ne. Ew şewq û sembolên têkoşîna aştiyê ya jinan in, bi salan e bênavber di riya aştiyê de çalakiyên cur be cur li dar dixin. Guler Bugdar û Sultan Bozkurt du ji wan dayik in, temenê xwe bi têkoşîna li dijî zilmê borandine. Guler Bugday û Sultan Bozkurt, behsa têkoşîna xwe ya ku ji salên 1990’î ve heta niha li dijî desthilatdariyên ku guherîne didomînin kirin.

‘Hemû tiştên ku hatin serê me encama şer in’

Guler Bugday a ji Amedê, diyar kir ku hemû tiştên ku jiyane encama şer in û wiha got: “Dema ku mala me li Amedê bû di sala 1993’an de zarokek min di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest da. Ez çûm min cenazeyê wî girt, bi xwe wê defin kir. Piştî wê em her dem di bin gefan de bûn, du salên me wekî xewnereşkê bûn. Pêvajo pir xirab bû, her roj li kolanan li ber deriyê mala me mirov bi awayê ‘kiryar nediyar’ dihatin qetilkirin. Di rastiyê de kiryarên wan diyar bûn. Li dibistanan Hîzbîkontra hebûn. Di sala 1995’an de ji bo ku tiştek neyê serê zarokan me, em hatin Stenbolê. Me gotibû em ê salek bimînin lê gund hatin valakirin, bajar jî di bin dorpêçê de bûn. Ji ber wê em venegeriyan û salek bû 27 sal!”

Guler Bugday got ku koçberî ji bo wê îşkence ye û diyar kir ku ew bi saya têkoşînê xwe li piyan digre.

‘Me desthilatdariyek wiha nedîtiye’

Guler Bugday diyar kir ku ji salên 90’an ve heta niha, gelek desthilatdariyan dîtine, wiha got:

“Me 12 Îlonê û mirovên hatin darvekirin dîtin, gelek kes hatin girtin, kiryarên Hîzbulkontrayê, Newrozên qedexekirî, qetliaman dît. Tu êşa ku me nekişandibe nema me dîsa jî li ber xwe da.”

Guler Bugday, tiştên ku di dema desthilatdariya AKP’ê de jiyane wiha pênase kir:

“Hemû pergalên serdest û desthilatdarî kûr û qirêj in lê bi hatina AKP’ê re em xweziya xwe bi wan salên borî yên ku gelek xirab bûn tînin. Xirabiya ji xirabiyê zêdetir ev e. Serokomarek ji kesên ku ji bihabûnê gazinan jre dikin dibêje ‘hûn dizanin bihayê guleyek çiqas e?’ Di vê rewşê de jiyana mirovan zêdetir vediguhere xewnerêşkê, zêdetir dibêjî gelo ez dikarim çi bikim. Divê şer jî li gorî mercên pêvajoyê biguhere û veguhere lê wiha nabe, tu mafên Kurdan nepejirînin. Zihniyeta CHP’ê jî heman e, perwerdeya bi zimanê Kurdî nas nakin. Me heta niha desthilatdarî û pergaleke wiha nedît. Her tişt hedê xwe derbas kiriye divê li dijî vê yekê mirov bi cesaret û serbilindî rawestin.”

Guler Bugdan bi gotinên “Aştî; ji bo kesên birçî, xizan, di girtîgehan û hemû kesan pêwîst e bang kir ku li malbatên girtiyan xwedî derkevin û got: “Hinek xemsarî heye. Êş heman e divê mirov bikevin tevgerê.”

‘Bila her kes ji bo aştiyê tiştek bike’

Guler Bugday, bi gotinên “Di Îlona li pêşiya me de bila êdî şer tune be” axaftina xwe wiha domand: “Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de pêdiviya vî welatî û hemû welatên cîhanê yên ku şer li wan heye bi aştiyê heye. Ji av û nan zêdetir pêdivî bi aştiyê heye lewre şer tenê tunekirin e. Ez bang li hemû gelên li welatê mei kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in, rewşenbîr, nivîskar, wênexêz, sosyalîst, jin, dayik, rêxistinên civaka sivîl dikim, dibêjim bila bibin yek. Di 1’ê Îlonê de bila bibin dengê hev, dengê wan bilind bibe, guhên kesên ku aştiyê dixwazin vebin.

Kurd, Laz, Çerkez, Tirk, dayikên ku di vî şerî de zarokên xwe winda kirine, dayikên di zindanan de bila êşên xwe parve bikin.”

‘Ger me aqilê xwe winda nekiribe bi saya têkoşînê ye’

Sultan Bozkurt a ji Qosera Mêrdînê jî diyar kir ku keça wê hê zarok bûye rastî şîdeta dewletê hatiye û got: “Keça min 14 salî hat binçavkirin û 28 roj winda bû. Piştî ku derxistin dadgehê 20 meh girtî ma. Di sala 1999’an de careke din hat girtin, cezayê muebed girt û wan mehên ku raza ye ji cezayê wê naxînin.”

Serpêhatiya koçberiya bi zorê ya Sultan Bozkurt jî di salên 1990’an de bûye, wiha behsa tiştên jiyane dike:

“Wan deman gund dihatin şewitandin û valakirin, tam hovîtî bû. Ji bo em gundê xwe biterikînin 24 saet dem diyar kirin. Riyên gund bê asfatl bûn, dema ku kamyonên eşyayan derbas dibûn ji dûmanê çav çavan nedidît. Hê jî ew dûman li ber çavên min e. Di sala 1994’an de destpêkê hatim Îzmîrê dûre jî em neçar man koçberî Stenbolê bikin. Hemû tiştên ku hatin serê me bûn travma. Ger heta niha me aqilê xwe winda nekiribe, bi saya têkoşînê ye. Ger ev tişt bihatana serê kesên din û têkoşîn tunebûya dê aqilê xwe winda bikirana. Gotina ‘berxwedan jiyan e’ xwedî vê wateyê ye. Me riya berxwedanê hilbijart û em wisa jiyan.”

‘Zulum neqediya têkoşîna me mezin bû’

Sultan Bozkurt diyar kir ku bi salan ew di nava êşên mezin de jiyane û axaftina xwe wiha domand: “Serdema Çîller, serdema hovîtiyê bû. Kesên dihatin windakirin, cînayetên kiryar nediyar, tecawiza li dijî kesên di bin çavan de... Dûre di sala 2002’yan de hatina AKP’ê. Vê desthilatdariyê bi olê gel îstîsmar kir. Bikaranîna olê tişteke bi zanîn bû lewre berê jî ev yek hatibû kirin. Bi salan zulmê kirin lê têkoşîna gelê Kurd bi dawî nebû, dijberî wê mezintir bû. Ji bo rakirina îdamê me pir têkoşiyan, dema ku hat rakirin em pir kêfxweş bûn lê vê carê jî muebeta girankirî anîn. Tu tişt ber bi başiyê ve neçû, her tişt xirabtir cibe. Hemû kesan bêdeng kirin.”

‘Aştî ji bo jinan girîngtir e’

Sultan Bozkurt, bal kişand ku aştî ji bo jinan girîngtir e, di civakê de wekhevî tune ye û wiha domand: “50 sal in em xizmeta malên xwe dikin lê ji ber ku sîgortaya me tune ye tu tişt di destên me de nîn e. Jin her dem tên çewisandin, nayên hesabkirin. Bi desthilatdariya AKP’ê re ev rewş xirabtir bû. Bi misilmaniyê jinan tune dihesibînin. Li gorî wan ol wisa dibêje lê di Quranê de tiştek wisa tune ye. Ger jin nebe tu nikarî werî vê cîhanê. Jin ji malbatê re pêşengiyê dike, ji welat û gel re xizmetê dike lê tu nirx nabîne. Bi taybetî li Rojhilata Navîn wiha ye. Jin li kolanan dema dimeşin her dem li pişt xwe dinêrin. Zextên ku zêde dibin bandorê li ser jinên oldar jî dikin. Misilmanî demokrasî ye, tiştên ku dikin di vî olî de cihê wan nîn e.”

‘Em bimrin jî bila li ser şerefê be’

Sultan Bozkurt bi gotinên; “Aştî tenê ji bo Kurdan pêwîst nîn e” bal kişand ser polîtîkayên şer ên ku li cîhanê serdest in û wiha got: “Ji hemû derên cîhanê dengê şer tê. Emperyalîst bi xwînî xwedî dibin. AKP, gel bi birçîbûnê terbiye dike, kesên ku dengê xwe derdixin binçav dike, digre û dikuje. Divê em bizanibin ku feydeya tirsê ji ecel re nîn e, her tişt bi cesaret dikare çêbibe. Ger jinek bi cesaret nebe, nikare xwe biparêze. Bila civak êdî destê xwe bide bin kevirê. Em bimrin jî bila bi şeref be mirin.”

‘Li dijî zem û zaliman bisekinin’

Sultan Bozkurt herî dawî bi banga ji bo aştiyê gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez sosyalîst odar û hemû kesan vedixwînim pîrozbahiya 1’ê Îlonê. Bila li dijî zema ku her roj tê kirin û zaliman bisekinin, dengê xwe bilind bikin. Bila bibêjin êdî bes e, ji bo her kesê aştî pêwîst e. Ez weke dayikek êşa dayikên li Ukraynayê jî hîs dikim. Şer xirab in, êşan zêde dikin. Hêvîdar im vê 1’ê Îlonê ji bo her derê bibe wesîleya aştiyê.”