Endamên Talîbanê yên bê perwerde li nexweşxaneyan hatin bicihkirin

Ebeya bi navê Shaban Omarî ya ku li Afganistanê ji nexweşxaneya ku lê dixebitî bi du bijîjkan re ji peywirê hat girtin, got ku kesên bê perwerde ji aliyê Talîbanê ve li cihê wan hatine hatine bicihkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Parwan– Li Afganistanê piştî dagirkeriya Talîbanê her diçe jin ji xebatê tên dûrxistin. Talîban di qada tendirustiyê de jî jinan ji peywirê digre û li cihê wan kesên bê perwerde bi cih dike.

Li Charîkara girêdayî eyaleta Parwanê, jinek ebe ya li nexwşexaneya dewletê dixebitî got ku beriya 6 mehan bi jin û mêrek bijîjk re ji peywirê hatine girtin. Chabana Omarî diyar kir ku destpêkê nizanibûne çima ji peywirê hatine girtin û got: “Li piştî çend rojan me fam kir ku ji ber em berpirsyarên pozîsyona girîng a li nexweşxaneyê bûn, ji peywirê hatine girtin. Talîban kesên xwedî pozîsyon ji peywirê digre, li cihê wan kesên xwe bi cih dike.”

‘Li departmanên girîng mêrên bê perwerde hatin bicihkirin’

Chabana Omarî got ku Talîban ji bo bêrêtiyên xwe bi awayê hêsan bike û otorîteya xwe çêbike, kesên ku bi xwe diyar dike, li departmanên cuda bi cih dike û wiha domand:

“Di heman demê de ditirsin ku kontrola vê sektorê ji dest wan derkeve. Ji ber vê yekê hemû pozîsyonên bilind ên hikumetê desteser kirin. Beşên girîng ên nexweşxaneyê ketine bin kontrola Talîbanê. Hemû kesên ku li departmanên girîng hatine bicihkirin mêr in û bê perwerde ne. Kesên bi perwerde jî tenê li Pakistanê 6 meh an jî salek kursên alîkariyê dîtine.”

Chabana Omarî anî ziman ku li Kabîlê du nexweşxaneyên taybet hene û wiha bi dawî kir: “Yek ji wan Nexweşxaneya Malalî Zijntun e ya din jî Nexweşxaneya Balkhî ye. Ev her du nexweşxane jî ji aliyê du jinan ve tên birêvebirin lê hevjînên van herdu jinan, bombekarên ku li cihên cuda yên Afganistanê bi bombeyan întihar kirin û bûn sedema birîndarbûna bi seden kesan. Ji ber wê yekê ji bo wan tolerans hatiye nîşandan û jixwe tenê salek li Pakistanê perwerde dîtine.”