Rojnameger Nazila Maroofian hate berdan

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dû caran hate girtin, bi kefaletê hate berdan.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Nazila Maroofian ji ber ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû ji aliyê rejîma Îranê di 9’ê Tîrmehê de ve hate binçavkirin û girtin, bi kefalet hate berdan. Rojnameger Nazila Moofian a 23 salî û 36 rojan di girtîgehê de mayî, bi kefaleta 300 milyon riyalê Îranê hate berdan.

Rojnameger Nazila Maroofian ji ber hevpeyvîna li gel bavê Jîna Emînî, Amjad Emînî re kiribû hatibû girtin û di 9’ê Çileyê de bi kefaletê hatibû berdan. Nazila Maroofian ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, bi îdiayên ‘Propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘Raya giştî sor kirin û nûçeyên derew parve kirin’ hatibû darizandin. Di 9’ê Tîrmehê de ji bo li Dozgeriya Evînê îfadeyê bide cara dûemîn li Tehranê hatibû girtin.