‘Dadgehkirina DAIŞ’ê ji bo hemû cîhanê gavek giring e’

Hevseroka Yekitiya Parêzerên herêma Firatê Viyan Eyub got ku biryara Rêveberiya Xweser ya darizandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû cîhanê gavek gelek giring e.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku biryar daye çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê yên ji 60 welatan ji sala 2014’an û vir ve di operasyona rizgarkirina Kobanê de hatine girtin, bên darizandin. Ev biryar dema daxwazên Rêveberiya Xweser ya endamên DAIŞ ên welatên beyanî vegerînin welatê wan yan jî ji ber sûcên ku kirine dadgehek navnetewî were avakirin, redkirina dewletan weke bersîv hate. Hevseroka Yekîtiya Parêzerên kantona Kobanê ya Herêma Firatê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Viyan Eyub destnîşan kir ku  biryara Rêveberiya Xweser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê ji bo hemû cîhanê gavek gelek giring e.

 ‘Li dijî mirovahiyê sûc û komkujî pêkanîn’

Viyan Eyub da zanîn ku sucên ku DAIŞ’ê pêkaniyê di çarçoveya sucê mirovahiyê de ye û got: “DAIŞ’ê sûcên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Iraq û Şengal pêk anîbûn hemû cîhan bû şahidê van sûcan di ferqa metirsiya DAIŞ’ê de ne. Sucên DAIŞ’ê sucên li dijî mirovatiyê û komkujî ye. Çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriye gelek komkujî pêk anîn, kesên ku li gora biryarên wan tevnegeriyan dikuştin û îşkence lê dikirin. Piraniya leşkerên bi pare hemû biyanî bûn. Beriya biryara Rêveberiya Xweser ya darazandinê hewl da têkilî di nava Koalisyona Navnetewî û welatên Ewrupa de anîn û hewl dan endamên DAIŞ’ê vegerininên welatê wan û ji sucên ku pêkanînê li wir werin darazandin gelek hewildan kirin. Rêveberiya Xweser ku ji welatên mijara gotinê bersiv negirt biryara darazandinê girt.”

‘Darazandin wê ji raya giştî re vekirî be’

Viyan Eyub diyar kir ku dadgehkirin dê eşkere, zelal û li pêş raya giştî û ragihandinê re vekirî be û destnîşan kir ku ji bo destpêkirina darizandinê hemû aadekarî berdewam dikin û wiha got: “Ji aşkerekirina biryara derbarê DAIŞ’ê ya xwegihandinê ve Rêveberiya Xweser dest bi amadekariyan kirine. Ji bo temsilkirina endamên DAIŞ’ê ên were darizandin wê parêzer werin tayînkirin. Parastin di hiqûqê de pîroz e. Wê darazandian li beramberî dozger çêbibe û kar û bar werin pêkanîn. Wê jin, zarok û malbatên çeteyên DAIŞ’ê  yên li Kampa Holê dimînin niha nayên dadgehkirin, lê belê ka sucên kuştinê pêkanîne yan ne wê werin lêkolînkirin.”

‘Hîna şane hene’

Viyan Eyub da zanîn ku ji bo gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriye darazandina endamên DAIŞ’ê giring e û got: “Ev doz ji bo bi dawîkirina gefa terora DAIŞ’ê gavek giring e. Hîn şaneyên ku belavî her derê bûne hene. Welatên cîhanê ji bo zindîkirina DAIŞ’ê gelek dixebite. Divê ji bo holê rakirina leşkerên bi pare û parastina gelê herêmê hewldan bên zêdekirin.”