7’emîn salvegera rizgariya Minbicê hate pîrozkirin

Li bajarê Minbic yê Bakûr û Rojhilatê Sûriye, pirozbahiyên 7’emîn salvegera rizgariya bajarê Minbicê berdewam dike, pirozbahî li meydana ku bûye sehnaya sucên hovane ên li dijî jinan hatiye kirin hate li darxistin.

Minbic- Bi hezaran gelê Minbicê 7’emîn salvegera rizgariya bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê şevê din bi dirûşmeya ‘Me bi yekitî û destkeftiyên xwe teror tunekir, emê li destkeftiyên xwe xwedî derbikevin û xaka xwe azad bikin’ bi şahiyekê pîrozkirin. Pîrozbahî li qada ku dema ku DAIŞ’ê bajar dagirkirî jinan darvedikir û sûcên mirovahiyê li beramberî jinan pêkanîn hate li darxistin.

Di pirozbahiyê de hemû pêkahate bi cil û bergên xwe ên çandî bejdar bûn. Endama Hêza parastina gelê Minbicê Hayat El-Selam wiha got: “Heta em hatin van rojan me gelek bedelên giran dan. Bi sedan kes gihan asta şahadetê, ev kêliyên ku em jiyan dikin, di encama têkoşîna gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriye, fedakaritiya wan, yekitî û piştevaniya wan deye. Îro em hêviyên Şehîdên xwe bi cih tînin weke xala dîrokî û kureyî di nirxînin. Bila xwîn vale neçe emê di vê rêyê de têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Em weke welidînek nû dibînin’

Hevseroka Meclîsa demokratîk ya Rêveberiya Sivil û jiyanê ya herêma çolwarî ya Minbicê Siham Hamwa wiha got: “Em vê roja dîrokî ji bo bajarê Minbicê weke welidînek nû dibînin. Jinan tarîtî ji bajar bir. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de şervanên jin rolên giring lîstin. Jin ji koletiyê rizgar bûn û îro ev pîrozbahî ji bo me gelek giringe.”

 ‘Keyfxweşiya azadiyê teyîsî’

Sekreterê giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriye Siham Daoud got: “Ev bajar modela bi hevre jiyankirina gelek pêkhateyên ji  çandên cûda ye. Li dijî zilma DAÎŞ’ê gel ket nava piştevaniyek mezin. Li Minbicê keyfxweşiya azadiyê teyisî û bi vê yektiyê bajar ji nû ve hate avakirin û rêxistinkirin.”

Endama meclîsa Jinan ya Minbicê ya Partiya Pêşerojê a Sûriye Buthaina Al-Hassan da zanîn ku li cihê ku pîrozbahî lê tê kirin qada ku di dema ku DAÎŞ’ê bajar dagirkirî de jin lê darvedikir bû.