Rojnameger Nazîla Maroofian cara 4’emîn hat girtin

Rojnameger Nazîla Maroofian a ku bi bavê Jîna Mahsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, hevpeyvînek kiribû cara çaremîn hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Nazîla Maroofian ku bi bavê Jîna Mahsa Emînî ya ku li Îranê ji aliyê “polîsên exlaqî” ve hatibû qetilkirin, hevpeyvînek kiribû cara çaremîn hat girtin. Li gor nûçeya Îran Wire; Cîranan diyar kirin ku Nazîla Maroofian ku deriyê wê hatiye şikandin rastî lêdanê hatiye û hatiye binçavkirin.

Sedema girtina Nazîla Maroofian a di 16’ê Tebaxê de hat berdan, sedema girtina wê û cihê ku hatî birin nayê zanîn. Tê texmînkirin ku Nazîla Maroofian ji ber bertekên wê yên li hemberî binçavkirina hunermend Mehdî Yerahî û wêneyê wê yê bê hicab ku li ber Girtîgeha Êvînê nîşana serkeftinê dide hatiye binçavkirin.