Rojnameger Dîlan Akyol hat binçavkirin
Hate hînbûn ku nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Dîlan Akyol dema ji mala xwe derdiket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Rojnameger Dîlan Akyol a li Taxa Burhanettîn Onat a Taxa Muratpaşa ya Antalyayê dijî, dema ji mala xwe derdiket hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku rojnamevana sedema binçavkirina wê nehat hînbûn birine Midûriyeta Polîsan a Antalyayê Şaxa TEM'ê.
Li gorî rapora Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) ya têkildarî binpêkirinên mafan ên di meha Adarê de li hemberî rojnamegeran hatiye kirin, bi taybet bi nêzîkbûna roja hilbijartinê re zextên li ser rojnamegeran zêde bûne. Di meha Adarê de 8 rojnameger rastî êrîşan hatin, 16 hatin binçavkirin û 1 rojnameger hatin girtin. Li Tirkiyeyê 89 rojnamegerên girtî hene.