Rojnameger Şayî Aram: Em ê bi pênûsa xwe bibin bersiva êrişan

Rojnamevan Şayî Aram êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar kir, diyar kir ku wê li dijî êrişên li ser çapemeniya azad dengê gelê Kurd ragihînin û got: “Em ê bi pênûsa xwe bibin bersiva êrişan.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Dewleta Belçîkayê li dijî navenda qenala Stêrk TV û Medya Haber TV êrişek pêk anî. Di heman demê de li Tirkiyeyê bi dehan rojnamevanên Kurd û xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Nerazîbûnên dijî êrişên li ser çapemeniya azad her ku diçe zêde dibin.

Rojnamevan Şayî Aram a der barê êrişên li ser çapemeniya azad de ji ajansa me re axivî, da zanîn ku Stêrk TV û Medya Haber TV ji ber dagirkerî û êrişên dewleta tirk nîşan didin û  ji bo rastiya dewleta tirk derdixin holê bûne hedefa êrişan.

‘Ev êriş ji bo jiholêrakirina dengê Kurdên azad e’

Rojnamevan Şayî Aram diyar kir ku êrişa li ser çapemeniya azad ne nû ye lê belê êrişa vê carê di roja Rojnamegeriya Kurdî û serdana Erdogan a Başûrê Kurdistanê de bûye ev jî manîdar e. Şayî Aram got ku bi van êrişan dewletên dagirker hewl didin denge gelê Kurd qut bikin û got: “Êrişa li Belçîkayê li ser rojnamevanên azad ji serdana Erdogan a ji bo Başûrê Kurdistanê ne cuda ye. Her wiha sîstema sermayedar û netewdewlet hewl didin Kurdên azad nehêlin. Bêguman ev êriş ji bo jiholêrakirina dengê Kurdên azad e. Dewleta tirk a dagirker ji derveyî  êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û dijminahiya Kurdan li navenda Ewropayê jî êrişî gelê Kurd dike û hewl dide dengê gelê Kurd qut bike.

‘Em ê bi pênûsa xwe rastiyan binivîsînin’

Şayî Aram got: “Metirsiya dagirkeriyê li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistan û hemû Kurdên azad e. Stêrk TV û Medya Haber TV ji ber dagirkerî û êrişên dewleta tirk nîşan didin û ji ber ku rastiya dewleta tirk dernekeve holê bûn hedefa êrişan. Em ê weke rojnamevanên azad li Başûrê Kurdistanê her dem piştgiriya rojnamevanên azad bikin û bi pênûsa xwe dagirkeriya li ser welatê Kurdan binivîsînin û bi pênûs û kameraya xwe em ê li dijî vê dagirkerî û destdirêjiya dewleta tirk rawestin.”