Roja Zimanê Kurdî li Qamişloyê hat pîrozkirin

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyek li dar xist, bi sedan şagirt û mamosteyên xwendina bi Kurdî di şahiyê de amade bûn.

Qamişlo-  Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî şahiyek di bin dirûşmeya “Zimanê Gelekî Hebûn  Û Rûmeta Wî Ye” li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, mamoste û xwendekarên ku bi zimanê Kurdî dixwînin di şahiyê de beşdar bûn.

Ya balkêş di hola şahiyê de; daliqandina wêneyên ronakbîr û nivîskarên Kurd ên navdar, her wiha pêşkêşkirina tabloyên ku bi boneya Roja Zimanê Kurdî şagirtan bi destên xwe xêz kirine.

‘Em ji bo ziman û rûmeta xwe têkoşîn dikin’

Di şahiyê de, li ser navê Saziya Zimanê Kurdî a Kantona Cizîrê Mamoste Viyan Hesen axivî.

Viyan Hesen Roja Zimanê Kurdî li tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Em Kurd, bi saya van rojên bi nirx û wate gihan roja îro ku zarokên me bi serfirazî û kêfxweşî bi zimanê xwe mezin dibin. Em vê dibêjin ji ber ku dijmin her xwestiye bi rêya ziman me tune bike. Dîroka me dîroka berxwedaniyê ye û ji me re daye xuyakirin ku dê û dapîrên me nehiştine zimanê me tune bibe.

Zarokên me ji bexçeyê zarokan heya zanîngehê bi zimanê xwe dixwînin, ev pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê serbilindiyê ye, me rê neda dijmin hebûma me tune bike. Hêjî gelek ked û têkoşîn ji me re divê ku em bigihêjin armancên xwe yên mezintir, ev erk dikeve ser milê me, her wiha dikeve ser milê gelê me û tevahî saziyên me ji bo ku her tişt bibe bi zimanê me yê dayikê.”

‘Xwedî li zimanê xwe derkevin’

Viyan Hesen bal kişand li ser kiryarên ku têne kirin li dijî zimanê Kurdî li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, her wiha daxwaz kir ku her mirovek xwedî li zimanê xwe derkeve û wiha bi dawî kir: “Li welatê xwe yê azad, li saheyeke azad em bi zimanê xwe diaxivin û şahî li dar dixin. Mixabin li Rojhilatê Kurdistanê ji bo axaftina bi zimanê Kurdî zarok û mezin têne kuştin, li Bakurê Kurdistanê bi  heman sedemê mirov tên binçavkirin û îşkencekirin. Her kesek ji hêla xwe de xwedî li zimanê xwe derkeve, divê ku em ji zimanê xwe hezbikin û bawer bikin. Eger em zimanên tevahî dinyayê zanîbin lê em zimanê xwe nizanîbin tê wateya ku em bê ziman in.”

Şahî bi stran û muzîka komên hunerî bi dawî bû.