Hakema jin ji ber ku ducanîbûnê ji lîsteya FIFA’yê hat derxistin

TFF’ê bi hinceta ku ducanî bû kokarta FIFA’yê ya hakem Betul Nur Yilmaz betal kir û wê ji lîsteyê derxist.

Navenda Nûçeyan- Betul Nur Yilmaz ku di lîsteya hakemên girtina kokartê ji aliyê Yekitiya Federasyona Futbola Navneteweyî maf girtiye cih digre. Kokarta wê bi hinceta ducanî bû hat batalkirin. 

Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine, Betul Nur Yilmaz ji bo turnuvayek li Belçîkayê were lidarxistin bi daxwaza FIFA’yê daxwazname girt, beriya ku biçe Musabakayên Belçîkayê beşdarî antremanan bû. Piştî antremanan Betul Nur Yilmaz nexweş bû, piştî kotrola tendirustiyê hat kirin hat zanîn ku dûcanî ye. Betul Nur Yilmaz rewşê ji Miduriyeta karên Hakeman re got û ji ber ducanî bû ji federasyonê xwest hakemtiya wê were cemidandin. Lê belê biryara li bendê negirt.

Bi ragihandina rewşê ji FIFA’yê re serokê komîteya UEFA’yê Roberto Rosetttî meyla pîrozbahiyê ji Betul Nur Yilmaz re şand û diyar kir ku di demeke kin de dixwazin li ser erkê bibînin. Lê belê TFF gihîşt wê qenaetê ji ber ducaniyê û ji ber zaroka wê dê bi awayek aktîf hakemtiya FIFA’yê neke, Betul Nur Yilmaz nexistin lîsteya hakemtiya 2024’an ya FIFA’yê hat amadekirin.

Îtirazê biryarê hat kirin

Batul Nur Yilmaz diyar kir ku hakemên mêr di dema ku leşkerî dikin de dikarin hakemtiya  xwe bicemîdinin, ji ber ducaniyê ji hakemtiya FIFA’yê hatiye derxsitin, li dijî derxistina ji lîsteyê îtiraz kir. Ji Lijneya Tahkim ku ji 7 kesan pêk tê, 3 endaman deng dan Betul Nur Yilmaz, 4 kesan li dijî deng bi kar anîn. Betul Nur Yilmaz sekna TFF zayendperst û cihêkar dît û da zanîn ku wê mijarê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM).