Roja yekemîn a konferansa jinan bi dawî bû

Di panela dûemîn ya Konferansa Ezmûnên Tevgerên Jinan a Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê de jinan behsa giringiya sîstema hevserokatiyê hat kirin. Roja yekemîn a konferansa jinan bidawî bû.

Beyrût – Roja yekemîn a konfaransa jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ku bi dirûşmeya ‘Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî’ bi sernavê ‘Ezmunen jinên Kurd ji bo rizgarbuna ji qeyrana heremê’ li Beyrût a paytexta Lubanê hate li darxistin, bi dawî bû.

Konferans ji aliyê Komeleya Jîn ya Jinan, Komeleya Newroz ya civakî û Înîsiyatîfa Nûn ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin.  Ji Tunis, Ûrdûn, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê, herwiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûne.

Di panela dûyem ya ji aliyê moderatoriya çalakvanan jinan di aliyê mafê mirovan de ya Îraqê Muna Elhilalî ve hate rêvebirin de jinan behsa ‘Ezmûna jinên ji bo rizgarbuna ji qeyrana heremê’ kirin.

Di rûniştina duyemîn de çalakvana siyasî û ya femînîst Neslîhan Acar  bal kişand ser rola pergala hevserokatiyê di demokrakirina siyasetê de û got: “Lêgerîna li heqîqetê xwe dispêre azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan kesê yekemîn bû ku ev fikir pêş xist. Li cîhanê temsîla jinan di şaredarî û parlamentoyan de ji sedî derdorî 18 pêk hatiye, lê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev rêje pêk nehatiye.”

‘Jin bi rêxistibûnê karîne bigihin asta rêveberiya civakê’

Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriye ya Demokratîk Îlham Ehmed behsa serhildana şoreşa jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriye di nav sêgoşeya rêxistinbûnê de kir û got: “Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriye pêşengtiya şoreşê li dijî rêxistina herî metirsîdar ya terorê kirin. Heta niha jî dagirkerî li ser Efrîn, Serêkaniyê û çend herêmên din heye. Ji derveyî wê jin bi rêxistibûnê karîne bigihin asta rêveberiya civakê. Li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê hebûn xweserbûna jinan heye. Eve jî di hemû aliyên siyasî, aborî, civakî, hunerî û leşkeri û h.w.d parastin û jina piraktîze dike. Hebûna hêza parastina jinê YPJ ji bo parastina jinan bûye mînakek ji bo parastina jinan ji hemû êrîşên dagirkerî, siyasî, aborî û civakî. Parastin ne tenê hilgirtina çeke, jinên Rojava bi xwerêxistinkirin, xweserbûn, xweperwerdekirin, xwepêşxistinê karîn civakek nû ku jin têde azad û serbest bin pêkanîn. Jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriye di hemû qadan de ji rêjeya sedan 50’î bi parêzin ji bo bejdarbûan biryardanê û karkirinê.” 

‘Her tim jin dibin hedef’

Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sîham Reşo jî bal kişand ser ezmûnên jinên Şengalê ya piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê û got: “Jinên Şengalê ji dîrokê ve din ava baweray Êzidiyê de xwedî rol bûn. Ew komkojiya ku li ser gelê Êzidî de hatî ku fermana 74’ane, hertim jin kirin hedef. Bi sedan jin di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo nekevin destê çeteyên DAIŞ’ê de di bazaran de neyên firotin û destdirêjî li wan neyên kirin dawî li jiyana xwe anîn. Lê belê îro ew jinên ku komkojî li beramberî wan hatî pêkanîn, xwe rêxistin kirin û di hemû aliya de xwe perwerdekirin.  Îro bûne pêşengên civaka Êzidî û di çarçoveya Îraqê de jî hêza yekem ya parastinê bi navê Yekineyên Jinên Şengalê YJŞ hate avakirin.”

‘Civak bi xwe xwe rê ve dibe’

Berpirsa Komîteya Têkiliyên Derve ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kamanger jî îşaret bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi pêşengiya jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got: “Rejîma melayî ya Îranê digot, ’em Îranê hikum dikin û tu hêz nikare destwerdanê bike’. Lê piştî şoreşê me dît civak bi xwe birêve dibe. Ji bo jinên Îranê û yên Efganistanê jî piştgirî hebû.”

Konfarans wê sibe berdewam bike

Beşdaran jî li ser mijarê pirs, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.Piştî rûniştina duyemîn rojan yekemîn ya konferansê bidawî bû.

Konferansa wê sibe bi rûniştina sêyemîn ya dawîn ya bi sernavê  ‘Nêrîna hevrêyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan ya di derbarê rêwîtiya azadiya jinan de’ dewam bike û wê bi xwendina encamnameyê û gotina dawî, bidawî bibe.