Gelê Îkîzkoylulerê ji bo nobeta Akbelenê bang li hûnermenda kirin

Gelê Îkîzkoylulerê hûnermendê din av de Selda Bagca û Îlkay Akkaya jî he dawetî nobeta daristana Akbelenê kir.

Navenda Nûçeyan - Nobeda gelê Îkizkoylulerê ku li dijî birîna daran li Daristana Akbelen a Mûglayê li ber xwe da, didome. Gelê Îkizkoylulerê ku li qada nobetê hatin cem hev, bang li hin hunermendan kirin ku biçin serdana Akbelen.

Di daxuyaniya hevpar a ku gelê Îkizkoylulerê dan de diyar kirin ku ew dixwazin Tarkan, Selda Bagcan, Fazil Say, Îlkay Akkaya, Moxolan Bulutsuzluk Ozlemi, Duman Bora û Zulfû Livaneli li Akbelenê bibînin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Ji bo xatirê qijik, tîtik, qijik, zozan, beraz, bayê ku li vir dibare û roj li ser serê me ye, me got em Akbelenê nadin madenê, em vê derê bidin jiyankirin. Em bang li hemû hunermendên xwe yên hestiyar dikin. Em hemû hunermendên xwe yên hişyar ên ku ji xwezayê hez dikin vedixwînin ku vê derê zindî bihêlin. Werin em bi hev re Akbelen bijîn."

Gelê Îkizkoylulerê xwest Zulfû Lîvanelî ku berê serdana berxwedana wan kiribû li Akbelenê konserekê bide.