Roja 667’emîn: Edaleta ku dereng tê zilm e

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 667’emîn de berdewam dike.

Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 667’emîn de berdewam dike.

Malbat a ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber deriyê edliyeyê bi pankarta li ser “Edalet” û dowîza li ser “Edaleta dereng were zilm e” dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir. 

Li ser hesabên xwe yê medyaya dîjîtal malbatê ev tişt got: “Edaleta ku dereng tê zilm e. 667 roj e li ber edliyeya Rihayê dram didome.”