Li Silêmanî wê sibe ji bo Emîne Kara merasîmek girseyî were lidarxistin

Wê sibe li Silêmaniyê ji bo bîranîna Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî merasimek girseyî were li darxistin û piştî merasîmê wê cenaze ber bi Mexmûrê ve were oxirkirin.

Silêmanî – Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Kanûna sala 2022’yan bi êrîşeke çekdarî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Ahmet Kaya hatin qetilkirin, dûh bi merasîmekê li banliyoya Vîllers-le-Belle a Parîsê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve ber bi Kurdistanê ve hatin oxirkirin.

Wê sibe 5’ê Çileyê cenazeyê têkoşera azadiya Kurdistanê Şehîd Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî bigihe bajarê Silêmanî û li wê derê wê di saet 9:00’ê siharê de li mizgefta Ehe Sor bi merasîmek girseyî were bîranîn û piştî biranînê wê cenazê wê ber bi Mexmûrê ve were oxirkirin.