‘Riya rizgariya gelê Efganistanê di yekitiyê de derbas dibe’

Parlamentera berê ya Efganistanê Belqis Roshan bi boneya salvegera duyemîn a desteserkirina Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve peyamek ji ajansa me re şand û diyar kir ku çareserî yekitiya gelê Efganistanê ye.

BAHARÎN LEHÎB

Efganistan- Endama parlamentoya Efganistanê Belqis Roshan bû dengê yekem ê parlamenteran, sûcên ku DYA’yê kirine îfşa kir.

Parlamentera berê ya parlamentoya Efganistanê Balqis Roshan bi boneya salvegera duyemîn a desteserkirina Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve, peyamek ji ajansa me şand.

Balqis Roshan banga têkoşîna li dijî binpêkirinan kir û wiha got:

“15’ê Tebaxê ji bo gelê Efganistanê rojeke reş e, ez bi hêvî me ku dê gelê me careke din mafên xwe bi dest bixe. Piştgiriya ku DYA’yê da Talîbanê bû sedem ku careke din were ser desthilatdariyê û Efganistanê dagir bike. Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de DYA’ya ku Efganistanê dagir kir, di nava 20 salan de li gel hikumeta piyon Talîbanê bi hêz kirin. Di 29’ê Sibatê de li Dohayê peymanek hat îmzekirin. Di encama vê peymanê de ji 29’ê Nîsana 2021’ê ve hêzên DYA û NATO’yê dest bi vekişîna ji Efganistanê kirin. Piştî ku di dawiya meha Tîrmehê de Talîbanê gav bi gav careke din dest bi kontrolkirina welat kir, Efganistan di 15’ê Tebaxa 2021’ê de ji aliyê DYA’yê ve diyarî Talîbanê hat kirin.

Ji derveyî sucên DYA li dijî gelê me pêkanîn, jinên ku sucên Talîban yên li beramberî gel pêkdianîn qebul nakin tê qetilkirin. Bi dehan jinên weke Fuzia Kofi, Mehbooba Siraj, Madina Mahboubi, Shahgol Rezaei hatin qetilkirin. Çareserî yekitiya gelê Efganistanê ye. Divê gelê Efganistanê bibe yek û ji destê va sûc û efendiyan rizgar bibin, yan jî wê rastî aqubetek hin xirabtir werin.”