Rêxistinên jinan qetilkirina jina ducanî ya li Reqayê şermezar kirin

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan û Komeleya Şawîşa, qetilkirina Nûra Ebdil-Ehmed a 25 salî ku ducanî bû li Reqayê Bakur û Rojhilayê Sûriyeyê bi destên komek dizan duh hatibû qetilkirin, bi daxuyaniyek hat şermezarkirin.

Qamişlo - Di 16’ê Çileyê de, li Taxa El-Meşleb a bajarê Reqayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûra Ebdil-Ehmed a 25 salî ku ducanî bû, kurekî wê yê 8 salî jî heye ji aliyê komeke dizên ku avêtin ser mala wê ve hat qetilkirin. Têkildarî bûyerê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan û Komeleya Şawîşka li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û bi tundî ev kiryar şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Rêxistina Sara, Reşa Derwîş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Zîhniyeta desthilatdar û baviksalarî sûcên herî hovane, kuştin û talankirina jinan didomîne û ev sûc li ser civakê bi giştî û li ser Rojhilata Navîn bi taybetî bûne metirsiya herî rast. Şeva borî jî, di 16’ê Çileya 2023’an de, me şahidiya qetîlkirineke ku li taxa El-Meşlab li bajarê Reqayê hejand û Nûra Ebdil-Ehmed a 25 salî ku ducanî bû û keçeke wê ya heşt salî heye, li ser destê komeke dizên ku avêtin ser mala wê qetil kirin. Em wek Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komela Şewişka, bi tundî vê tawana hovane ya ku di encamê de Nûra û zaroka wê jiyana xwe ji dest dan, şermezar û lanet dikin û her cure tundiya li ser jin û zarokan tê kirin, red dikin.

Divê li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn dawî li van tawanên hovane yên ku dibin sedema tirsê di civakê de, tirsandina jinan, şikandina îradeya wê û bêparkirina wan ji mafê jiyanê, wek mafê dayiktiyê, bên sekinandin. Ev êrîşa ku pêk hat, êrîşeke li ser tevahî civakê tê hesibandin û ev jî dibe sedema perçebûn û hilweşandina civakê. Her wiha em bang li dadgehên gel dikin ku tavilê lêkolînê bikin û li dijî sûcdarên ku ev sûc kirine ku cezayê heta hetayê bi keda giran e, were sepandin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan e, jiyanê nekuje” bi dawî bû.