Li Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li sendîkavan hat birîn
Li Îranê 6 sal cezayê girtîgehê li endama Sendîkavanên Mamosteyan Sarah Syahpur hat birîn, du salan qedexeya derketina derve, endamtiya partiyê û qedexeya internetê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî" destpe kir, ket meha xwe ya 5'emîn. Hikumeta Îranê hewl dide bi biryarên darvekirin, girtin, bincavkirin, revandin û cezayên pereyan serhildanê bitepisîne. Desteya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyan îro bi daxuyaniyeke ragihand ku 6 sal cezayê girtîgehê li Sarah Syahpur hatiye birîn.
‘Dadgeha Şoreşê’ ya Tehranê bi îdiayên “qesta xirabkirina ewlehiya welat", “kombûn û hevpeymanên veşartî”, “li dijî rejimê propaganda" 6 sal cezayê girtîgehê da çalakvan Sarah Syahpur. Her wiha der barê Sarah Syahpur de du salan qedexeya derketina derveyî welat, endamtiya rêxistinê û bikar anîna înternetê hat dayîn.
Sarah Syahpur di 24'ê Tebaxa 2022’an de li ber mala xwe hatibû binçavkirin û dest danîbûn ser kelûpelên wê. Sarah Syahpur a wê biribûn cihek ne diyar pistî 10 rojan bi 300 milyon tumenê bi kefaleta demkî hat berdan. Li Sarah Syahpur a ji aliyê “Dadgeha Şoreşê” ya Tehranê ve bi awayekê bê parêzer ji bo dadgehê banî wê kiribûn, di 2’ê Çileyê de ceza hat dayîn.