Rêxistinên jinan bertek nîşanî Ayşe El Dibis dan
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û Kombûna Jin a Zenûbiye bersiv da daxuyaniyên Wezîra Karûbarên Jinê ya Rêveberiya Demî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis û wiha got: "Ev daxuyanî ne layiqî têkoşîna jinên Sûriyeyê ye."
Navenda Nûçeyan- Li hember daxuyaniya seroka Ofisa Kar û Barên jinan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis rêxistin û tevgerên jinan bertek nîşan da.
Gelek sûriyeyî, çalakvan, siyasetmedar û rojnamevanan bi tundî daxuyaniyên Ayşe şermezar kirin.
Ayşe El Dibis derket pêşberî telefizyonê û got: "Ez ti nêrîneke rêxistinên jinan yan jî aliyên li dijî fikrê min an jî li dijî modela hikumetê qebûl nakim." Li hember vê daxuyaniyê gelek rexne derketin pêş û gelek kesan Ayşe weke "berpirsa ku siyaseta çewisandinê dimeşîne" dan nasîn.
Rêxistina Sara: Ev daxuyanî, rewşa li Sûriyeyê aloztir dike
Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan Sara jî dauxyaniyek da û got: "Ayşe El Dibis qebûl nake jin kar bikin û cihê xwe di hikumetê de bigirin. Dibêje divê vegerin şerîetê nemaze di qada dadwerî de."
Rêxistinê ev daxuyanî şermezar kirin û got: "Li dijî çand, exlaq û urf û adetên me ne."
Rêxistinê destnîşan kir ku ev daxuyanî, rewşa li Sûriyeyê aloztir dike, ew ji çandên cuda yên Sûriyeya pirreng, demokratîk û nenavendî de dûr e.
Rêxistinê destnîşan kir ku ev 14 sal e rêxistinên jinan ji bo mafên jinan kar dikin, rola wan hişyarkirina jinan e, piştgiriya wan bikin, rê li pêşiya wan vekin ku roleke çalak û rastîn di civakê de bilîzin, wan ji tundiyê û zayendperestiyê biparêzin. Rêxistinê daxuyaniyên Ayşe bi temamî red kirin.
Rêxistina Sara di dawiyê de got: "Ev daxuyanî tawaneke rasterast li dijî me û binpêkirina mafên me ye. Ji ber ku Ayşe bi fikrên xwe nekarî xwe bigihîne jinan li parêzgehên Sûriyeyê. Divê were li ser masaya diyalogê nîqaş bike, karê rêxistinên jinan fêm bike û nas bike."
Kombûna Jinan a Zenûbya: Bi zanabûn dixwaze têgeha xurtkirina jinan tengav bike
Kombûna Jinan a Zenûbya jî li hember daxuyaniyên seroka nivîsgeha kar û barên jinan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ayşe El Dibis daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de kombûnê destnîşan kir ku jinên sûriyeyî ji bo bidestxistina wekheviyê û edaletê têkoşiya û fedakarî kirin û pêşengiya qadên civakî, aborî, siyasî, parastinê û xweparastinê kir.
Kombûnê balkişand ser daxuyaniyên Ayşe El Dibis û got: "Birêz Ayşe rola pêşeng a jinên sûriyeyî di şoreşê de, paşguh kir. Ji daxuyaniyên wê diyar e ku bi zanabûn dixwaze têgeha xurtkirina jinan tengav bike. Rola wê di çarçoveyeke teng de û li dijî hêvî û mafên wê de yên di qanûnên navneteweyî û mafên mirovan de hatine misogerkirin, sînordar dike. "
Kombûnê got: "Doza jinan siyasî ye û bi avakirina civakeke demokratîk a adil û wekhev ve girêdayî ye. Dûrxistina bizanabûn a jinên sûriyeyî yên azad ên xwedî nêrînên cuda, binpêkirina mafê derbirînê û avakirina civakê ye."
Siyaset û bernameyên ji bo xurtkirina jinan di hemû qadan de bêne pêkanîn, nûnertiya wê di tevahî deste û saziyan û cihên çêkirina biryaran de dabîn bikin, derfetê li pêşiya wê vekin ku tev li avakirina Sûriyaya demokratîk a dadmend bibin.
Ji bo sazkirina nêrîneke nîştimanî ya giştî ku rola jinan xurt bike û mafên wê biparêze, diyalogeke nîştimanî bi beşdariya tevahî jinên sûriyeyî were lidarxistin.