Rêxistinên Jinan: Çi hat serê Rojvelat bila bê eşkere kirin

Rexistinên jinan piştî mirina bi guman a hevala nêzik a Gulistan Doku ya li Dersîmê hate windakirin Rojvelat Kizmaz, bertek nîşanî emniyetê dan û gotin: “Bila saziyên dewletê erka xwe bi cih bînin û çi hatiye serê Rojvelat bê eşkere kirin.”

Navenda Nûçeyan - Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a 26 salî ku piştî di 9’ê Sibatê de ji mal derket carek din agahî nehat girtin, di encama hewildana malbata wê danê sibehê li nêzî Bendava Hesenkêfê hate dîtin. Tevî giliya windabûne ya malbatê jî emniyet xebatên lêgerîne neda destpêkirin. Rojnamevan Mehmet Kizmaz, diyar kir xwişka wî Rojvelat Kizmaz hevala herî nêz a Gulîstan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê hat windakirin bû û wiha got:

"Li qereqolên ku em bi daxwaza dîtina xwişka xwe çûn, em rastî muameleya sûcdar hatin. Xwişka min hevala herî nêzik a Gulîstan Doku bû. Me bi xwe cilên wê li rex avê dîtin. Tevî hemû bangên me jî tenê 2 noqav hatin erkdar kirin. Gelo ev nêzîkatî ji ber navê xwişka min e? Bendava ku dîroka Hesenkêfê tune dike, niha zarokan dadiqurtîne.”

'Bila mirina bi guman a Rojvelat bê ronîkirin'

Têkildarî mirina bi guman a Rojvelat Kizmaz û nehestyariya rayedaran di medyaya dijîtal de jî bertek hatin. Meclisa Jinan a DBP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a ku li Taxa Petrolê ya Êlihê ji 9’ê Sibatê ve winda bû, îro di hewldana malbata wê de li bendana Hesenkêfê hate dîtin. Bila mirina bi guman a Rojvelat bê ronîkirin!” Kolektîfa Femînîst a Zanîngehê jî ev parvekirin kir: “Cenazeyê Rojvelat Kizmaz a li Êlihê ji 9’ê Sibatê vir ve winda ye, îro di hewldana malbata wê de li bendana Hesenkêfê hate dîtin. Bila mirina bi guman a Rojvelat bê ronîkirin!”

'Ji bo dîtina wê emniyet tu tişt nekir’

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, bi bîr xist Rojvelat Kizmaz ji 9’ê Sibatê û vir ve winda bû û wiha got: “Emniyet ji bo bibîne tu tişt nekir. Malbata cilên Rojvelat bi derfetên xwe li bendava Hesenkêfê dîtin. Em li gel xizmên wê ne. Bila saziyên dewletê erka xwe bi cih bînin û çi hatiye serê Rojvelat bê eşkere kirin.”

'Em ê dev ji hesab pirsînê bernedin'

Meclisa Jinan a SKM’ê jî di parvekirina xwe de wiha got: “Ji Gulistan heta Rojvelat Kizmaz divê hê çend jin winda bibin ku rayedar lêpirsînek bi bandor bimeşînin! Em jin tu carî dev ji hesab pirsîna hemû jinên hatine windakirin û rastî tundiyê tên bernedin! Bila aqûbeta Rojvelat Kizmaz bê ronîkirin! #RojvelatKizmaz.” Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partî Salîha Aydenîz jî wiha pirsî: “Despêkê Gulîstan, niha jî hevala wê ya herî nêzîk #RojvelatKizmaz...

Ji bo herduyan jî ji bo hêzên ewlehiyê bikevin nava tevgerê têkoşînek hate dayîn. Birayê Rojvelat bi rojan gelek caran ji her aliyan bang li rayedaran kir. Dereng man, mixabin cenazeyê Rojvelat hat dîtin. Gotina 'mirinên bi guman ên jinan' bi vê hikûmetê re hat welat. Çi hat serê Rojvelat? Malbata wê çawa beriya dewletê cihên ku herî dawî Rojvelat hat dîtin tespît kir? Çima di wextê xwe de neketin tevger e? Gelo wê raya giştî bê ronîkirin û berpirsyaran ceza bên cezakirin?”