Hîlala Zêrîn bi şanoya ‘Wext nema ye’ piştgirî da grevên birçîbûnê

Bi armanca balkişandina li ser gireva birçîbûnê ku 78 roj in li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê didome, Tevgera Hîlala Zêrîn li navçeya Zirganê şanoyek bi sernavê "Wext nema ye" pêşkêş kir.

Hesekê – Çalakiya greva birçîbûnê yê di 27’ê Mijdarê 2023’an de di çarçoveya kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî' de, girtiyên azadiyê di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hat destpêkirin, didome. Bi armanca piştgiriya grevên birçîbûnê yê li girtîgehan û bal kişandina tecrîda li ser girtîgehan Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê, li gundê Şor a rojhilat a girêdayî navçeya Zirganê a Kantona Cizîrê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şanoyek bi sernavê "Wext nema ye" pêşkêş kir. Xwendekar, meclisa navçeyê û saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Li ser armanca vê şanoyê Rêvebera Hîlala Zêrîn a Til Temirê Reşa Elo axivî. Reşa balkişand ser komploya navneteweyî a li ser Rêber Ocalan û wiha got: "Şanoya ku me pêşkêş kir armanc jê ew bû ku em balê bikşînin ser hevalên di greva birçîbûyînê de û berxwedaniya wan a heta rojiya mirinê. Erka ku wekî tevgera Hîlala Zêrîn dikeve ser me ew e ku em bi şanoyan bala civakê bikşînin ser vê berxwedaniyê jêneveger, her wiha em wekî dayik, zarok, kesên temen mezin û ciwan piştgiriyê bidin. Daxwaza me ya destpêkê û dawî jî azadiya fêzîkî a Rêber Ocalan e û pêkanîna bîrdoziya wî ye."

Şano rastî elaqeyeke mezin hat û bi silogana "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.