Rêxistina Sara ji Konseya Mafên Mirovan a NY’re peyamek şand
Rêxistina Sara der barê sûcên dewleta Tirk li dijî jinan, peyamek ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re şand û xwest ev sûc bên rawestandin.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan, ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re peyamek şand û ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser jinan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye banga destwerdana lezgîn kir.
‘Divê civaka navnetewî helwestek rasteqîn nîşan bide’
Di peyamê de ev tişt hate gotin: “Ji bo bidawîanîna binpêkirinên giran ên li ser jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Efrîn, Til Rifet, Şehba (bakurê Helebê) û Minbicê, em vê banga lezgîn pêşkêşî we dikin. Raporên ku ji van herêman tên, nîşan didin ku rewşek xirab heye ku divê civata navneteweyî helwesteke rasteqîn û çalak nîşan bide. Bi taybet jinên li Efrîn, Til Rifet, Şehba û Minbicê rastî koçberkirina bi darê zorê, tundiya sîstematîk, bêparkirina ji xizmetên bingehîn û nebûna ewlehî û dadmendiyê tên.”
Rêxistina Sara di peyamê de diyar kir ku ev kiryar li gorî zagonên navneteweyî jî sûc in.
Di nameyê de ev tişt ji Konseya Mafên Mirovan hatin xwestin:
“* Lêpirsîneke navneteweyî ya lezgîn û serbixwe bê kirin, li ser binpêkirinên ku di van herêman de li dijî jinan tên kirin û hesab ji berpirsyaran bê pirsîn.
*Parastina sivîlan, bi taybetî jinan, rawestandina koçberkirina bi darê zorê û mîsogerkirina vegera ewle û birûmet a koçberan.
* Pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez û berfireh ji bo jinên ziyandar, wekî xizmetên tenduristî û piştevaniya derûnî û civakî.
*Xurtkirina beşdarbûna jinan di prosesên aştî û biryardayînê de û rêzgirtina mafên wan.
Rêxistina Sara di dawiyê de bang li Konseya Mafên Mirovan kir ku berpirsyariya xwe ya exlaqî û zagonî li beramber jinên mexdûr bi cih bîne. Her wiha da zanîn ku bêdengiya civata navneteweyî rê dide ku ev binpêkirin berdewewam bikin, ev yek jî hewlên pêkanîna aştî û dadmendiyê têk dibe.