Gelê Kobanê: Dewleta Tirk nikare welatê me dagir bike

Şêniyên Kobanê li dijî gef û êrîşên Dewleta Tirk li ser Kobanê daketin qadê û gotin ku ew rê nadin dagikeriya Tirk bikevin bajarê wan.

Kobanê-Piştî dagirkirina Şehba,Til Rifet û Minbicê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî  ve, di 14’ Kanûnê de gefên xwe yekser li ser Kobanê hat xwarin. Şênîyên Kobanê jî Îro bi meşek girseyî  helwes û berdekên xwe dan nîşan dan.

Bi deh hezaran şêniyên Kobanê ya kantona Firatê li Qada Jina Azad  hatin gel hev û bi meşekê êriş û metirsiyên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Kobanê û tevahiya herêmê şermezar kirin.

Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedan QSD`ê" û “Bimire faşîzm” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, yên cangoriyan   hatin hildan.

Meş li Qada Şehîd Egîd sekinî. Li wir hevserokê Meclisa TEV-DEMˈê ya kantona Firatê Enwer Mislim axivî û got:

“Em beşeke sereke ya Sûriyeyê ne. Divê Sûriyeyeke demokratîk were avakirin. Em daxuyaniyên rayederên hikumeta demkî ya Sûriyeyê erênî dibînin ku dibêjin Kurd beşeke esasî ya Sûriyeyê ne. Lê divê ev yek li ser erdê pratîk bibe. Divê êrişên li dijî me têne kirin werin rawestandin û Koalîsyona Navneteweyî erka xwe bi cih bîne.”

Meş Bi dirûşmeya ‘Bijî QSD` û ‘Berxwedan Jîyan e’  bi dawî bû.