Rêxistina Sara ji bo bihêzkirina jinên koçber dixebite
Rêvebera Rêxistina Sara ya Kampa Newroz a li bajarê Dêrikê Fatma Şêxî da zanîn ku armanca wan a sereke, birêxistinkirina jinên koçber a di hundirê kampê de ye û dixwazin ku jin bikaribin xwe îfade bikin.
ZEYNEB ÎSA
Dêrik – Jinên koçber yên ji Serêkaniye û Efrînê ku piştî êrişên dagrkeriyê yên dewleta Tirk li kampa Newrozê bicih bûne, di dilê xwe de rêwîtiyek rojane ya berxwedan û biryardariyê dihewînin. Tevî şert û mercên dijwar û çavkaniyên sînorkirî, ji aliyê Rêxistina Sara ve xebatên girîng têne birêvebirin. Rêxistina Sara hewl dide jinên koçber yên di nav kampê de, bihêz bike û birêxistin bike. Bi rêya bernameyên hişyariyê, rûniştinên piştgiriya psîkolojîk û çalakiyên komî, dixwaze ku cîhek bi ewle biafirîne ku jin bikaribin xwe îfade bikin û hestek aramî û hêzê ji nû ve bi dest bixin. Rêxistina Sara birêxistinkirina jinan a di nav kampa Newrozê de dimeşîne û xebata mirovî vediguherîne gavek berbiçav ê ber bi vegerandina jiyan û rûmetê ve. Rêvebera Rêxistina Sara ya Kampa Newrozê Fatma Şêxî ji ajansa me re behsa kar û xebatên Rêxistina Sara yên kampê kir.
‘Bihêzkirina jin û naskirina mafê jin’
Fatma Şêxî da zanîn ku Rêxistina Sara li Kampa Newrozê di sala 2022’yan de bi rengekî fermî hatiye vekirin û di hundirê kampê de bi rêxistinkirina jinan a bi rêya semîner, perwerde, panêlan hewl didin jinan bihêz bikin. Fatma wiha got: “Armanca me, bihêzkirina jin û naskirina mafê jin û têkoşîna wan li dijî tundiya li ser jinê ye. Di her demkê de em dadikevin nav konên koçberan, semîneran jî di nav konan de didin. Her wiha ji bo afirandina kar a ji jinan re, beriya demekê me perwerdeyên fêrkirina dirûtinê ji jinan re vekir. Di wê perwerdeyê de beşek pir baş ji jinan tevlî perwerdeyê bûn û fêrî dirûtinê bûn.”
Semînerên ji bo mêran jî didin
Fatma Şêxî da zanîn ku Rêxistina Sara di Kampa Newrozê de roleke pir girîng dilîze û piraniya jinan ji semîner û perwerdeyên ku tên dayîn sûd wergirtine û wiha berdewam kir: “Rêxistina Sara di hundirê kampê de xwedî roleke pir girîng e. Bi semînerên hişyariyê û perwerdeyên bi hêzdayîna jinê û xwe îfadekirinê li dar dixe. Em hin caran jî semîneran ji mêran re jî didin dayîn ku di wan semîneran de em dixwazin ku hişmendiya baviksalar were guhertin. Bi van semînerên ku em ji mêran re didin dayîn, gelek guhertin hatine çêkirin. Carnan mêr bi xwe daxwaza perwerde û semîneran dikin. Ev ji bo me gavek pir baş e. Piraniya caran jî em semînerên li ser gefxwarina elektronîk, destdirêjiyê, xwekuştin û tiryakê. Di wan semîneran de bi piranî em dixwazin ku jinên ciwan tê de amade bikin. Ji ber ku niha xeteriya medya dijîtal pir heye li ser ciwanan. Ji bo wê jî piraniya semîneran li ser medya dijîtal tê dayîn.”
‘Jin bûne xwedî biryar’
Fatma Şêxî da zanîn ku bi têkiliya bi komîn û meclîsan, rewşên taybet çareser dikin û wiha pê de çû: “Pir caran rewşên taybet em dibhîzin ku di hundirê kampê de ji bo çareserkirina van rewşan em bi komîn û meclîsan re têkiliyê datînin da ku em bi hev re van rewşan çareser bikin û ev rewş tên çareserkirin. Rewşên herî bingehîn ku em di hundirê kampê de li ser disekinin, rewşên destdirêjiyê, gefxwarina dîjîtal, tundî û zewaca temen biçûk e. Lê bi dayîna semîner û perwerdeyan re, ev pirsgrêk bi rengekî baş hatine rawestandin. Êdî wek destpêkê ne zêde ne. Bi dayîna van semîneran ancamên pir baş hatin dîtin. Jin bi hêz bûn, îradeya wan a bi xwe hat çêkirin. Ji ber ku di destpêkê de jinek di hundirê kampê de nikaribû xwe îfade bike, lê niha xwe îfade jî dikin û bûne xwedî biryar.”
‘Em ê projeyan ji jinan re ava bikin’
Fatma Şêxî da zanîn ku afirandina kar jî ji jinan re di hundirê kampê de diafirînin, di pêşerojê de jî wê projeyên mezin ji jinan re ava bikin û wiha bi dawî kir: “Me ji bo jinan perwerdeyên fêrkirina dirûtinê ji jinan re da destpêkirin. Piraniya jinan jê sûd wergirtin. Her jinek di konê xwe de dirûtinê dike. Nêzî 60 jin perwerdeyên dirûtinê dîtine û fêr bûne û niha em hazirtiya perwerdeyek din jî dikin. Di pêşerojê de jî em dixwazin navenda xwe berfirehtir bikin, ji bo ku hijmarek pir baş ji ninan werin navendê, avakirina pirojeyan ji jinan re û afirandina kar ji bo wan.”