‘Pêwîst e zimanê Kurdî di makezagonê de bibe zimanekî fermî’

Li Gorîstana Şehîd delîl Saroxan ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, mamoste, xwendekar û gel li dijî biryara hikûmeta demkî ku zimanê Kurdî bi sê waneyan sînor dike xwepêşandanek li dar xistin û gotin ku divê zimanê Kurdî di makezagonê de fermî be.

Qamişlo – Zimanê dayîkê bingeha nasname û hebûna her gelî ye. Ziman ne tenê amûra ragihandinê ye, parçeyek ji dîrok, çand û nasnameya civakê ye. Di vê çarçoveyê de, zimanê Kurdî ji bo gelê Kurd ne tenê zimanekî axaftinê ye, hêmanek bingehîn a hebûna wê ye. Biryara ku di 27’ê Tebaxê de hat dayîn ku zimanê Kurdî bi sê waneyan sînordar dike, bû sedema nerazîbûna mamosteyan, xwendekaran û gelê herêmê.

Rojan e mamoste, xwendekar û gel, bi çalakiyên curbecur dengê xwe bilind dikin û diyar dikin ku parastina zimanê Kurdî parastina nasname û pêşeroja civakê ye.

Îro jî mamoste, xwendekar û gelê bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê li Gorîstana Şehîd Delîl saroxan xwepêşandanek li dar xistin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

‘Pêwîst e zimanê Kurdî di makezagonê de bibe zimanekî fermî’

Têkildarî xwepêşandanê mamoste Gûlê Hisên, ji ajansa re axivî û wiha got: “Pêwîst e  hikûmeta demkî carek din li biryara xwe vegere. Em wekî mamoste, xwendekar û gelê Kurd vê biryarê qebûl nakin. Ev biryar bandoreke neyînî li derûniya xwendekaran dike û dê ev biryar bibe sedem ku li Sûriyeyê şoreşek ziman rû bide. Pêwîst e zimanê Kurdî di makezagonê de bibe zimanekî fermî û niştîmanî.”

‘Em ê tu carî vê biryarê qebûl nekin’
 

Xwendekara bi navê Rehma Osman jî diyar kir ku ew ê vê biryarê tu carî qebûl nekin û wiha axivî: “Bi salan e em bi Zimanê Kurdî dixwînin, em ê niha çawa bikaribin bi zimanê Erebî bixwînin? Em dixwazin heta dawiyê bi Zimanê Kurdî bixwînin.”

‘Em bi salan e ji bo ziman, maf û çanda xwe têdikoşin’
 

Dayîka bi navê Gulîstan Esed jî, da zanîn ku zimanê Kurdî zimanê gelekî bi milyonan e û axaftina xwe wiha domand: “Em vê biryarê qebûl nakin. Em bi salan e ji bo ziman, maf û çanda xwe têdikoşin. Em ne li dijî tu zimanê ne, lê divê ji bo gelê Kurd zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî.”

‘Biryarekî şaş e’

Herî dawî mamoste Henan Bekir, destnîşan kir biryara ku Wezareta Perwerdê ya hikûmeta demkî derbarê Zimanê Kurdî de derxistiye biryarekî şaş e û da zanîn ku ev çend roj in xwendekar û mamoste li kolanan e, vê biryarê red dikin û tu carî qebûl nakin.