Li Şengalê li dijî biryara yekalî ya Bexdayê xwepêşandan û bertek

Îro, li Şengalê bi armanca li dijî derketina biryarên hikûmeta Iraqê yên di derheqê civaka Êzidî û Şengalê de meşeke girseyî hat li dar xistin. Di meşê de peyama ku bê îradeya civaka Êzidî û Şengalê ew ê destûr nedin tu destwerdanekê.

Şengal – Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi sedan xelkê Şengalê li dijî biryarên yekalî yên Hikûmeta Iraqê yên li ser civaka Êzidî û Şengalê meşeke girseyî li dar xistin. Di meşa girseyî ya civaka Êzidî li gel nûnerên sazî û dezgahên Êzidiyên Şengalê, gelek kesayetên din jî beşdar bûn. Piştî meşê li ser navê Meclîsa Gel a Şengalê û TAJÊ daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Şaredariya Şengalê Xwedêda Ilyas ve hat xwendin.

Xwedêda Ilyas di destpêka daxuyaniyê de got: “Weke ku tê zanîn, di Parlamentoya Iraqê de sê nûnerên civaka Êzidî hene. Lê belê, ligel vê yekê jî aliyê leşkerî yê dewleta Iraqê, Serokwezîrtî û Parlementoya Iraqê navendên biryardanê yên Şengalê li ber çavan nagirin û nûnerên Şengalê tevlî biryarên li ser Şengalê nakin. Di encamê de, biryareke leşkerî didin û dixwazin qaymeqamekî leşkerî li ser Şengalê ferz bikin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.”

‘Divê mafên me di destura bingehîn a Iraqê de werin mîsogerkirin’

Di berdewama daxuyaniyê de Xwedêda wiha bilêv kir: “Em weke welatî, civaka Êzidî û xelkê Şengalê, vê biryarê red dikin. Divê di her biryareke li ser Şengalê de îradeya civaka Êzidî bê naskirin. Tu peyman an jî lihevkirineke ku îradeya civaka Êzidî paşguh bike, em rê nadin li ser gelê Şengalê pêk were. Em vê biryarê bi awayekî tekez red dikin û bang li serokwezîriyê dikin ku dive mafên me di Destûra Bingehîn a Iraqê de were mîsogerkirin û em piştgiriyê didin parastina destûrê. Di xala 9’an a Destûra Bingehîn a Iraqê de bi zelalî tê gotin ku ‘Mafê ti leşkerî nîne ku rêveberiya herêmî an jî ya parêzgehan bi rê ve bibe.’ Ji ber vê yekê, ferzkirina rêveberiyeke leşkerî li ser me, rasterast dijberiya qanûn û Destûra Bingehîn a Iraqê ye. 74 ferman û komkujî bi serê civaka me hatiye, lê belê heta roja îro jî tu biryareke fermî ji bo parastina maf û hiqûqa civaka Êzidî nehatiye girtin.”

‘Em tu biryarên ku li dijî îradeya civaka Êzidî tên girtin qebûl nakin’

Çima serokwezîrtî biryareke fermî dernaxe ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzidî ku li Herêma Kurdistanê dijîn?

Di demekê de ku biryarên leşkerî li ser me tên ferzkirin û qaymeqamê leşkerî tê tayînkirin, îradeya civaka Êzidî ji aliyê parlamentoya Iraqê ve nayê naskirin. Heta ku di navbera aliyên siyasî yên Şengalê û dewleta Iraqê de diyalogeke rastîn çênebe, em ti biryarên ku li dijî îradeya civaka Êzidî tên girtin qebûl nakin. Em dixwazin diyar bikin ku em ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ne li dijî qanûnê ne; em piştgiriyê didin bicihanîna xal û maddeyên Destûra Bingehîn a Iraqê. Lê belê, heta roja îro jî yek xala destûrê ku mafên gelê Êzidî mîsoger bike nehatiye sepandin.”

‘Keç û kûrên vê civakê çek hildan û Şengal parastin’

Piştî daxuyaniyê berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) Rîham Hesen jî axifî û got: “Îro em weke civaka Êzidî, ji bo pêkanîna edaletê li vir amade ne. Gelê me di 74 fermanan re derbas bûye. Îro em li ser axa xwe ya rewa ya Şengalê dijîn. Lê belê, navend biryaran li ser vê axê dide û mafên vê civakê paşguh dike û îhmal dike. Weke civaka Êzidî, 12 sal in ku piştî rizgariya ji komkujiyê, me pergal û rêveberiya xwe ava kiriye. Di van 12 salan de me bi hêza xwe rêveberiya xwe bi rê ve biriye. Keç û kurên vê civakê çek hildan, Şengal parastin û ew ji çeteyan rizgarkirin.”

‘divê baş bizanibin ku civaka Êzidî tu carî serî netewîne’

Di berdewamiya axaftina xwe de Rîham Hesen balkişand ser kiryarên dewleta Iraqê yên ji bo civaka êzidî û Şengalê û got: “Îro, îradeya gelê me tê paşguhkirin û biryarên ku di xizmeta civaka me de nînin tên girtin. Hikûmeta Iraqê di sala 2020’an de jî bi riya ‘Lihevkirina 9’ê Cotmehê’ ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, biryarên yekalî li ser vê civakê ferz kirin. Ev biryar bi hevkariya wan hêzên ku di dema komkujiyê de gelê me tenê hiştin û reviyan hatin girtin. Li cihê ku ew hêz li beramberî berpirsiyariya xwe hesab bidin, dîsa biryar radestî wan tê kirin. Di van pêvajoyan de tu carî îrade û rastiya civaka Êzidî li ber çavan nehatiye girtin. Dibe ku gumana wan hebe, lê belê divê baş bizanibin ku civaka Êzidî ti carî serî netewîne. Civaka Êzidî ya îro ne weke civaka beriya sala 2014’an e ku bi hêsanî bê xapandin.”

Rîham Hesen anî ser ziman ku di fermanê de herî zêde jin bûn hedef, zext û tundiyeke mezin li ser jinan hatiye meşandin û got: “Ji ber vê yekê, bi pêşengiya jinên Êzidî dê Şengal li ser piyan bimîne. Em weke civaka Êzidî amade nînin ku dest ji mafên xwe berdin. Em ê xweserî û mafên xwe bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Civaka me gihiştiye asteke ku dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe û ev rastî hatiye îspatkirin. Hêzên me yên ewlehiyê yên weke Asayîşa Êzidxanê, 12 sal in berxwedanê dikin. Di vê demê de ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, di heman demê de li dijî êrîşên Dewleta Tirk jî ku fermandar û şervanên me kirine armanç, axa xwe parastine.”

‘Bes e ji van lîstik û êrîşên siyasî yên ku li ser civaka Êzîdî tên meşandin’

Rîham Hesen balkişand ser mijara ku êdî girêdana civaka êzidî bi hêzên derve nemaye û heta xwişk û dayîkên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de neyin rizgarkirin û birînên wan neyin kewandin wê tekoşîna xwe berdewam bikin û bang li hikûmeta Iraqê kir: “Em bang li Hikûmeta Iraqê dikin; bes e ji van polîtîkayan re! Bes e ji van lîstik û êrîşên siyasî yên ku li ser civaka Êzidî têne meşandin! Civaka Êzidî tu bazar, êrîş an jî biryarên yekalî yên li ser siberoja xwe qebûl nake. Biryara bingehîn wê ji aliyê vê civakê ve bê girtin. Gelê me biryara xwe daye. Em dikarin xwe bi xwe birêve bibin û biparêzin. Divê statûya fermî ya hêzên me yên ewlehiyê bê naskirin û mercên jiyaneke azad li ser vê axê bêne afirandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Rîham Hesen got: “Di pergal û erdnîgariya Iraqê de mafên hemû pêkhateyan tên naskirin, lê belê dema mijar dibe civaka Êzîdî, mafên me tên paşguhkirin û em weke civakeke bê agahî tên nirxandin. Lê belê em îspat dikin ku civaka Êzîdî xwedî hişmendî, dîrok û dozeke rewa ye. Ji bo vê dozê me gelek şehîd dane û em ê îro jî xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û rêya wan bi biryardarî bidomînin.”

Piştî axaftinê dirûşme hatin avêtin û çalakî bi dawî bû.