Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê: Metirsiya mirinê zêde dibe

WMO bal kişand ser bilindbûna germahiya demên dawî û hişyarî da ku bi taybetî ji bo gelê ne parastî xetereya herî mezin a tenduristiyê ji germahiya şevê tê.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) bi daxuyaniyekê hişyarî da ku her ku pêla germê ya li nîvkada bakurê vê heftiyê gurtir dibe, bi şev germahiya hewayê dê zêde bibe û ev jî dê metirsiya krîza dil û mirinê zêde bike.

WMO di daxuyaniyekê de got: "Gava ku herî zêde bal tê kişnadin ser germahiya herî zêde di nav rojê, ji bo nifûsa ne parastî xeteriya tenduristiyê ya herî mezin ji germahiya şevê tê." WMO destnîşan kir ku pêla germê hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye, bi îhtîmal e ku li Amerîkaya Bakur, Asya, Afrîkaya Bakur û Derya Spî rojê germahî ji 40 pileyî (C) zêdetir bibe, WMO destnîşan kir, ku tê vê wateyê ku li hin deveran germahiya şevê dikare bigihîje 30 pileyî.

Gelek welat hatine hişyarkirin

Ji aliyê din ve, germahiya zêde li başûrê Ewropayê bûye sedema alarma şewatê û hişyariyên tenduristiyê yên berfireh. Ajansa hewayê ya Aemet a Spanyayê got ku pêla germê ya vê hefteyê dê bandorê li beşekî mezin ji welatên ku sînorên Deryaya Navîn in bike. Li herêmên başûrê welêt dibe ku germahî ji 42 pile rabe. Di şewata daristanê ya ku roja şemiyê li girava La Palma ya Îspanyayê dest pê kir de nêzî 4 hezar û 600 hektar erd û nêzî 20 xanî û avahî şewitîn. Li Yewnanîstanê şewat li daristanên çamê yên ku ji ber germê zuha bûn zerareke mezin da. Karbidestên tenduristiyê yên li Italyayê hişyariyên germahiyê zêde kirin ji ber ku Roma roja Sêşemê, 18’ê Tîrmehê, xwe ji germahiyên bilind ên 42 pileyî re amade dike. Li hin welatan bang li nexweşxaneyan hat kirin ku ji bo bi rewşên awarte re mijûl bibin stasyonên germkirinê ava bikin.

Fransa, Almanya û Polonya, di nav de Welatên din hatin hişyar kirin ku ew dikarin di çend rojên pêş de bi germa zêde re rû bi rû bimînin.