Li Tirkiyeyê şewata daristanan didome

Li gelek derên Tirkiyeyê ji ber bilindbûna pileya germahiyê, li qadên daristanî şewat derket. Li Rojavayê welat xebatên vemirandinê berdewam dikin, li Rojhilatê welat destûr nayê dayîn gel mudaxeleyî şewatê bike.

Navenda nûçeyan- Ji gelek herêmên Tirkiyeyê li pey hev nûçeyên şewata daristanan tên. Hat aşkerakirin ku di şeva roja Duşemê de şewata daristana li navçeya Kemera Antalyayê derket hê jî nehatiye vemirandin. Hat diyarkirin ku heta niha qadên şewitîne ji 180 hektarî zêdetir in. Her wiha destûr nayê dayîn ku agirê bi Çiyayê Cûdiyê ketiye bê vemirandin.

Li welat pileya germahiyê di asta rekorê de bilind dibe, li navçeyên Sultangazî, Beykoza Stenbolê li navçeya Kinika Îzmîrê jî agir bi daristanan ket. Hat aşkerakirin ku şewata li Kemerê roja Çarşemê bi 10 balafiran, 29 helîkopteran, 80 arazoz û li gel makîneyên kar 654 personelan mudaxele hatiye kirin. Li gorî nûçeyên ku ji herêmê hatine, şewata li herêmê li zeviyên asê û ser zinaran berdewam dike, agir hemû derdorê girtiye.

Mal hatin valakirin

Li navçeya Kinika Îzmîrê şewata daristanan bi bandora bayê re mezin dibe, bi armanca tedbîrê 3 tax hatin valakirin. Şewat li daristanên li navçeya Beykoz û Sutangaziya Stenbolê derket. Li Fenera Beykozê şewta ku li qada bi giya derketî di demek kurt de mezin bû. Hat aşkerakirin ku şewat duh heta saetên şevê li 10 qadên hektar bi bandor bûye. Li taxa Zubeyde Hanim a li Sultangaziyê şewata ku li qada giya derket gihîşt daran. Sê malên ku nêzî erazî bûn, bi armanca tedbîran hatin valakirin. 

Mudaxeleyî şewata li Çiyayê Cûdî nakin

Li quntara Çiyayê Cûdiyê yê di navbeta Şirnex û navçeya wê Silopiyayê de, agir bi qada di navbera gundê Sorbitmê û Gera Mihetê ket. Her diçe agir belav dibe. Hat îdiakirin ku leşkeran agir berdaye herêmê. Hat zanîn ku cihê agir pê ketiye nêzî qereqola leşkeran e û bi tu awayî ji bo vemirandinê destûr nayê dayîn.