Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Samîra Sabziad hate darvekirin

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku Samîra Sabziad ku ev 10 sale li girtîgehê dihat girtin ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye darvekirin û got: “Samîra bû qurbana tundîtûjiya di nava malê de û îro jî bû qurbana rejîma Îranê.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ku nevenda wê Norveçe ragihand ku Samîra Sabzian di 20’ê Kanûnê li girtîgeha Ghezel Hesar a li bajarê Karaj ê Tahranê hatiye darvekirin. Dîrektorê Rêxistina Mafê Mirovan ê Îranê Mahmood- Amiry Moghaddam derbarê darvekirina Samîra Sabizan de li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal daxuyaniyek parvekir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Samîra bi salan bû qûrbana cihêkariya zayendî, zewicandina zarokan, destdirêjî û tundîtûjiya di nava malê de û îro jî bû qurbana hiqûqa infazê a ku rejîma Îranê ferz dike.” Mahmood- Amiry Moghaddam hiqûqa înfazê rexnekir û bang kir ku Serokê asta bilind a Îranê Alî Hamaney û rayederên din berpirsin.

Samîra Sabziad, ji aliyê mêrê ku di 15 salî de bi zorê pêre hatî zewicandin bi salan rastî tundiya sistematik hat û rastî destdirêjiya zewacê hate. Samîra Sabziad dema ku di 19 salî de tundî didît û bi armanca parastina xwe hevjînê xwe kuşt. Welayeta dû zarokên Samîra Sabziad ku ev 10 sale di girtîgehê de bû dane malbata hevjînê wê.