Li Mexmûrê êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Hat diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ew e ku Rojava dagir bike û statuya gelê Kurd ji holê rake.

Mexmûr - Pişti ku dewleta Tirk bi çalakiyên Hêzên Parastina Gel (HPG) di 22 û 23’ê Kanûna 2023’an de windahiyên mezin da, di 23'ê Kanûnê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber êriş pêkanî. Êrişên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heya niha jî êriş berdewam dikin. Di êrişên di van rojan de cih û warê jiyanê yê gel, stargeh û navendên hilberînê hatin bombekirin û 8 kes jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker seranserî Kurdistanê bertekên tund hatin nîşandan.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a wargeha penaberan a Mexmûrê derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser binesazî û çavnakiyên jiyanê yên Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Têkiliyên Karê Derve Seîd Çomlek ve hat dayîn.

’Ji bo parastina destkeftiyan em ê di nava çalakiyan de bin’

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wek xelkê wargeha Mexmûrê ew êrişa hovane ya li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemu derfetên xwe êrişî bingehên jiyanê yên Rojava dike. Nimuneyên van êrişan tu derê cîhanê nîne. Lê tu kes dengê xwe ji van êrişan re dernaxin. Tu cudahî di navbera êrişên Îsraîl yên li ser Filistîn û yên dewleta Tirk li ser Rojava pêktînin de nîne. Em wek wargeha Mexmûrê heya dawiyê li gel Rojava ne. Em ji malbatên şehîdan re sersaxî û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Civaka Rojava wê heta dawiyê li hember hemu êrişên hovane li berxwe bidin. Hemu civaka me li kuderê dibe bila bibe divê em li gel gelê xwe yê Rojava bin. Ji bo parastina destkeftiyên civaka xwe her derê emê dinava çalakiyan de bin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li beramberî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bêdengiyek navneteweyî heye û ji ber çavlêgirtina êrişan hêzên hevpeyman berpirsyarê van pêkanînên dewleta Tirk a dagirker in.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.