Rêxistin û xweparastina jinan a li hember têkoşîn û şerên hegemonîk

Her çiqas nîqaşên li ser bêçekbûnê berdewam dikin jî, ne diyar e ka mafê xweparastina jinan û gelê Kurd dê çawa bê naskirin. Manîfestoya Civaka Demokratîk tekez dike ku mafê xweparastinê mafek bêqusûr û nayê paşxistin e.

BÊRÎVAN ZÎLAN

Navenda Nûçeyan – Pêvajoya dîrokî ya ku em wek Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase dikin, ne tenê bi rêya pevçûnên leşkerî, di heman demê de bi rêya danûstandinên dîplomatîk, hevpeymaniyên herêmî û têkoşînên civakî jî dikeve qonaxek nû. Her sazûmaniyên nû yên herêmî ku tê xwestin piştî van şeran bên  damezrandin tê teşekirin, têkoşîna ji bo hegemonyaya gerdûnî û herêmî û her wiha têkoşînên rizgariya civakî yên ku dikarin pêşeroja gelan û jinan diyar bikin, ketine qonaxek krîtîk. 

Polîtîkayên zextê û mêtîngeriyê yên hêzên hegemonîk ên pergala modernîteya kapîtalîst û dewletên netewe yên ku statuya herêmî diparêzin, encamên wêranker ên herî giran ên şerên leşkerî û aborî yên ji hêla van hêzan ve hatine destpêkirin, herî zêde gel û bi taybetî jin dijîn.

Şerê DYE-Îsraîl û Îranê

Peymanên Îbrahîm ji aliyê Îsraîlê ve bûne îfadeya berfirehkirina qada hegemonîk û deverên xwe yên axê. Armanc dikin ku Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin û ev armanc bêguherîn dimînin. Lê belê, xuya ye ku ev plan xwedî armanc û aliyên veşartî yên hîn nehatine eşkerekirin in.

Şerê DYE û Îsraîlê li dijî Îranê ku di heman demê de veguherî pevçûnek herêmî, di roja xwe ya 107’an de bi agirbestek û piştre her çiqas garantiya aramiya mayînde nekir jî - ji ber her du alî jî pêdivî bi wê hebûn bi peymanek 60 rojî- bi dawî bû. Ji ber berteka girîng a di raya giştî ya navxweyî ya hem li DYE û hem jî li Îsraîlê, tê bawerkirin ku hesabên hilbijartinê yên Trump di gihîştina vê peymanê de roleke diyarker lîstine. Her du alî ango DYE û Îran, xwe serketî îlan kirin. Lê belê, gelek nîşan hene ku tu alî bi rastî bi ser neketine. Her çend asta hilweşîna li Îranê piralî û eşkere be jî, DYE û Îsraîl jî ji hêla siyasî, leşkerî û aborî ve êş kişandine. Rojeva şerê li dijî Îranê hem ji bo DYE û hem jî bo Îsraîlê nehatiye girtin. DYE dê zextê li ser rejîma Îranê bike da ku pê re lihev bike.

Têkiliyên DYE-Îsraîlê, her çend pir caran bi nakokî û demên planên hevdu ve girêdayî bin jî, di warê polîtîkayên Rojhilata Navîn de bi giranî wek têkiliyek stratejîk û hevpeymaniyê tevdigerin. Di çarçoveya têkoşîna ji bo hegemonya herêmî de ku bi Peymana Îbrahîm hewl da bi awayek mayînde şekil bide, piştî ku dem kurt be jî şerê di navbera Îsraîl-DYE-Îranê bi lihevkirinê bi encam bû. Ji ber ku rejîma Îranê ne hilweşiya, ji pevçûnek di navbera Tirkiye û Îsraîlê zêdetir, wek îhtîmala lihevhatin û hevkariyê zêde bûye bê nirxandin.

Civîna NATO’yê: Ji bo Kurdan dê çi bê plankirin

Li aliyê din, yekem lûtkeya girîng a navneteweyî piştî lihevkirina DYE-Îranê dê bê lidarxistin. Dê civîna NATO’yê pêk bê. Lûtkeya NATO’yê ku tê plankirina ku di navbera 7-8’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê bê lidarxistin de, tê gotin ku serokên Emrîka, Fransa, Almanya û Ukraynayê amade bin. Tê çaverêkirin ku di lûtkeya NATO’yê de nexşerêyekê bixin pêşiya Tirkiyeyê. Tirkiyeya ku hêzek herêmî ya girîng a li Rojhilata Navîn e, hîn Peymana Îbrahîmî erê nekiriye heye. Ji ber vê yekê, gelo dê rolek nû li Rojhilata Navîn bi rêya tevlîbûna di Peymana Îbrahîmî de wekî tawîzek ji Tirkiyeyê re bê dayîn û dê ji bo Kurdan wek dînamîkek biryardar di hevsengiyên herêmî de çi plan bên çêkirin, ji bo gelên herêmê mijarên girîng in? Dîsa, têkoşîna ji bo hegemonyayê, polîtîkayên derbarê ji nû ve dîzaynkirina herêmê de û ji ber yekem lûtkeya piştî şerê Îranê ye, mijarên dê rolek çawa di stratejiya Rojhilata Navîn de ji Tirkiyeyê re bê dayîn, wek sernavên girîng bi baldarî dê bên şopandin.

Li aliyê din, di aliyê hevsengiya Rojhilata Navîn de, di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd ku xwedî girîngiyek jiyanî ye de, em di xaçerêyeke dîrokî de ne. Dewleta Tirkiyeyê dê an gavên ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve bavêje, an jî dê sekn û helwesta xwe ya li hember pêvajoyê di aliyekî din de zelal bike.

Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan

Her çiqas pêvajoya danûstandin û têkoşînê li Bakurê Kurdistanê pêşve diçe jî, têkoşîna ji bo Rêber Abdullah Ocalan, ku gelê Kurd wî wekî nûnerê îradeya xwe qabûl kirine, li gorî normên danûstandinên demokratîk nas dike, ji hêla fîzîkî ve azad be û bi hevpeyivînên xwe re di şert û mercên wekhev de amade be, ne di esaretê de, didome. Geşedanên girîng ên dîrokî yên ku dê ji rêvebirin û rêberiya rasterast a Rêber Apo ya pêvajoyê derkevin holê, bi têra xwe nayên naskirin; berovajî vê, xetereyên birêvebirina pêvajoyê bi rêya şandeyan û nameyan di demek ewqas krîtîk de ku mudaxeleya tavilê pêwîst e, bi têra xwe nayên dîtin.

Di pêvajoyek dîrokî ya ewqas girîng de, eşkere ye ku dewlet û hêzên desthilatdar kiryarên xwe li ser tasfiyekirinên siyasî û îdeolojîk kirine, heta bi baldarî peyvan hilbijartine da ku gelê Kurd bawer neke ku wan ji vê pêvajoyê tiştek bi dest xistiye. Civînên giştî yên ku têne lidarxistin vê hewldana bi zanebûn a çareserkirina karakterê pêvajoyê ku bi vî zimanê şerê taybet û dezenformasyon-manîpulasyonê tê tarîfkirin û her wiha berpirsiyariyên ku ev serdem li ser jin, ciwan û gel bê nirxandin diteyîsîne.

Di vê qonaxa pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, amadekariyên ji bo çarçoveyek yasayî tên rojevkirin. Ew rastiyek e ku gavên yasayî yên ku armanca wan çareserkirina daîmî ya pirsgirêka Kurd nîne, dê ji hêla civakê ve neyên pejirandin. Cewhera nexşerêyê, tevî van qanûnan ku ji hêla dewleta Tirkiyeyê ve wek aliyekî pêvajoyê hatine pêşniyarkirin, dê nîşan bide ka gelo pêşveçûn ber bi aştiya rastîn ve tê kirin an na.

Pêdiviya dewleta Tirkiyeyê bi veguherînek qanûnî ya demokratîk û guhertinên destûrî yên li ser bingeh vê hewcedariyê, neçarî ye. Lê belê, eşkere ye ku çareseriyek mayînde ji bo pirsgirêka Kurd, hemwelatîbûna azad û wekhev û demokratîkbûna bi çend qanûnan an guhertinên madeyên qanûnî nayê bidestxistin. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê çi dixwazin? Cewherê çareseriya pêwîst çi ye û çarçoveya demokratîkbûnê çi ye? Gelo gel qanûnên ku tê gotin di vê heyamê de tên derxistin qebûl dike? Em ê bibînin.

Di dîroka mirovahiyê de bi dehan mînak hene nîşan didin ku pêwîstiya rêxistinkirina demokratîk û gavên bilez li ser mijarên wek perwerdehiya bi zimanê dayîkê, aborî, tenduristî, huner, werzîş û pêdiviyên din ên civakî bêyî ku li benda destwerdana dewletê bimînin an jî dereng bixin heye. Dema ku mirov xwe vediguherînin kirdeyek bi bandor a zextê, bi hişmendiya helwesta xwe ya stratejîk a diyarker tevdigerin, ti nirx an mafek tune ne ku ew nikaribin bi dest bixin. Divê neyê jibîrkirin ku her ku gav avêtin dereng bimîne, bidestxistina van nirx û mafên bingehîn ewqas zor dibe.

Wek stratejiya têkoşînê ya bingehîn a serdemê, ti astengî ji bo avakirina komînên fonksiyonel di hemû warên jiyanê de tunene. Mînakên berbiçav, weka avakirina torên jinan li Başûrê Asyayê ku bi bisiklêtê ji malekê ber bi malekê diçin û bi mesrefek pir kêm xizmetên tenduristiyê didin jinan, wek mînakên pratîkî yên veguherîna ji ‘sazûmanîzekirinê’ ber bi ‘komînalîzekirinê’ ve hêjayî lêkolînek bêtir in. Wekî din, hin mînakên ku li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê hatine bicîhkirin, ji bo têgihîştina firehiya hêza çareserkirina pirsgirêkan li deverên ku demokrasiya herêmî û rêveberiya herêmî lê xurt bûne, bikaranîna ezmûnên gerdûnî, girîng in.

Şerê taybet û xweparastin

Wek encam pêkanînên şerê taybet pêşketina kuştin û mirinên bi guman ên jinan, bi awayek berbiçav zêde dibin. Ev rewş nîşan dide ku xetereyên cidî hene. Pêwîst e ku dewlet neçar bimîne berpirsyariyên xwe yên li dijî komkujiya jinan bicîh bîne. Lê belê, ezmûna tal nîşan dide ku têrê nake ku mirov ji dewlet û saziyên wê, yên ku van komkujiyan wekî pirsgirêkên asayî û qanûnî nîşan didin, tiştekê hêvî bike. Ji ber van sedeman, guman tune ku stûnên bingehîn ên xweparastinê ya rizgarkirina jiyana jinan hişmendî, yekîtiya hêzê û rêxistinbûn e.

Pêvajoya entegrasyonê li Rojavayê Kurdistanê, qada şoreşa jinan û pêkanîna pratîkî ya çareseriya neteweya demokratîk, hem wek pêvajoyek danûstandinê û hem jî wek pêvajoyek têkoşînê didome. Her çend pêvajoya entegrasyonê ku bi peymanên 29’ê Çileyê dest pê kir, divê di bin çavdêrî û kontrola hêzên navneteweyî de bimeşe jî, eşkere ye ku ev ne wisa ye. Di heman demê de, polîtîkayek êrîşê tê pêşxistin da ku têkoşînê bêqîmet bike, wê mîna ku ti destkeftî nehatine bidestxistin an jî hewildan û bedelên giran ên hatine dayîn vala çûne nîşan bide. Ji ber van sedeman, fikarên di derbarê entegrasyonê de ne bê bingeh in. Lê belê, li hember vêya, ne tenê pêwîst e ku mirov bi fikar be, di heman demê de her nêzîkatiya hikûmeta Şamê Colanî gefê li maf, azadî û destkeftiyên bingehîn dixwe jî bê eşkerekirin. Divê helwestên pêwîst bên girtin û hişmendiya raya giştî bê parastin û werin nîşandan û ji pêşketinên ku bi bedelên giran hatine bidestxistin paşde nemînin.

Rêber Apo, hem di Manîfestoya Civaka Demokratîk de û hem jî di hevdîtinên bi şandeyan re, rave kir ku pêvajoyên entegrasyona demokratîk di kîjan şert û mercan de çi digrin nav xwe û taybetmendiyên wan ên bingehîn tekez kir. Ji ber ku dewlet, bi xwezaya xwe, dê hewl bidin ku entegrasyonê xirab bikin, hewl bidin ku wê veguherînin pratîkek asîmîlasyon, bindestkirin û xurtkirina serdestiya xwe. Di vî warî de, her aliyek ku bi xwezaya rast a entegrasyonê re nakok be, dê bibe mijara danûstandin û têkoşînê.

Demokratîkbûna Sûriyeyê û afirandina destûrek demokratîk, digel garantiyên yasayî û destûrî yên mafên nasname, îfade û rêxistinî yên jin, gel û komên olî, ji bo pêşeroja Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê pir girîng in. Berdewamiya pergala xweser, di nav de rêxistin û destkeftiyên xweser ên bêhempa yên jinan, bihêzkirin û xweparastina jinan û avakirina rêxistina civakî û demokrasiya herêmî, mijarên girîng in. Ji bo pêşîgirtina li hewldanên hilweşandina vê rêxistinê, avakirina refleks û helwestên civakî yên pêwîst û pêkanîna pratîkên ji bo mîsogerkirina pêşveçûna serketî ya pêvajoya entegrasyonê di berjewendiya gelan û jinan de, nebe nabe ye.

Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê

Dema em li geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê dinhêrin, hin derdor helwesta Îranê di şerê li dijî DYE û Îsraîlê de wek berxwedana li dijî emperyalîzmê şîrove dikin. Mixabin, pergala zordar û pêkanînên komkujiyan ên rejîma Îranê li dijî gel û jinan, polîtîkayên wê yên darvekirinê yên zêde berî û piştî şer û gef û pêkanînên wê yên êrîşkariyê bi rêya zêdebûna komkirina leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê, ji hêla raya giştî ve hema hema bi tevahî tên paşguhkirin. Di rastiyê de, em bawer dikin ku ji ber vê yekê bi helwestek antî-emperyalîst a rojane dighîje encamek wisa. Ji ber vê, pir girîng e ku dengê jin û mirovên ku ji bo jiyana xwe li Îranê şer dikin ji raya giştî ya cîhanê re bê bihîstin, rûyê komkujiyê yê rejîmê bê eşkerekirin û zexta giştî ya domdar bê afirandin.

Di pêvajoya şer de bi zelalî hate gotin ku ti dewletek neteweyî, di serî de DYE û Îsraîl, bi karakterê rejîma Îranê re pirsgirêkek tunebû. Ji ber niyeta wan tunebû ku wê hilweşînin an biguherînin, bi rejîmê re li hev kirin. Rejîma Dewleta Îslamî ya Îranê, ji bilî windakirina rêberên xwe yên sereke, ji hêla leşkerî û aborî ve pir lawaz bûye. Tevî vê lawazbûnê, rejîma Îranê ya paşverû hîn jî helwestek dijminane li hember jin û gel diparêze û di nava hezeyana olî-neteweperest-zayendperest dene. Weke di dîrokê de, her gava ku ew tê dorpêçkirin û lawazkirin, ew êrîşî jin, ciwanan û komên civakî yên berxwedêr di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bûne yek ku wan wek gefek ji destwerdana derve mezintir dibîne dikin. Girîng e ku mirov li hember van êrîşan nekevin bêhêvîtiyê û baweriya ku serkeftin bi têkoşînê dikare bê bidestxistin biparêze. Weke din, divê çareseriya neteweya demokratîk û di bingehê paradîgmaya azadiya jinan de afirandina yekîtîya hêz û îradeyê esas bigre. Guman tune ne ku divê Îran biguhere û demokratîk bibe.

Di dema şerê Îranê de û piştî lihevkirinê, mijarek ku bû rojev jî gelo di rêzê de Iraqe an ne bû. Civîn û biryarên ku Tom Barak ku ji bo mîsyonên taybet li Rojhilata Navîn ji nû ve hatibû erkdarkirin girtine jî di vê çarçoveyê de têne nirxandin. Hat ragihandin ku şertek ji bo qebûlkirina Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di wezîfeyê de bêçekkirina hêzên milîs ên alîgirê Îranê bû. Ji bilî Hizbullahê, gelek komên milîs ên çekdar biryar dan ku helwesta xwe siyasî bikin.

Em çawa dikarin ber bi jiyaneke azad û wekhev ve herin?

Di bin siya nîqaşên bêçekbûnê de, rewş û mijara yasayîbûna hem xweparastina jinan û hem jî parastina gelê Kurd li beşên Kurdistanê nezelal dimînin. Ev nezelalî dibe sedema fikarên cidî û bi maf. Lê belê, wekî ku em ji hem parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan û hem jî ji belgeya Manîfestoya Civaka Demokratîk dizanin, mafê xweparastina li dijî êrîşên pergala mêr û serdest a zalim mafekî bêqusûr û nayê paşxistin e. Parastin û xweparastin pêdiviyên bingehîn ên hebûnê ne. Di vî warî de, her çend pirsgirêkên danûstandin û têkoşînê bi hêzên dewleta neteweyî re hebin jî, bingeha xweparastinê, bêyî ku şert û merc an cih çi bin, divê hişmendî, îrade û rêxistinek zelal a xweparastinê bê afirandin.

Ji ber têkoşîn li ser bingeha paradîgmaya rizgariya jinan, demokratîk û ekolojîk tê meşandin, li her beşê pêşengiya şoreşa jinê derketiye holê. Di vî warî de, asta hişmendiya jinên Kurd, hêza wan a îdeolojîk û siyasî û têkoşîna wan a berfireh a li ser bingeha xweparastinê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn wek mînakekê ye.

Li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê, jinên ku ji bo rizgariya jinan têdikoşin, pêwîst e ku li ser bingeha felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tifaqan çêkin, bingehek hevpar a têkoşînê ava bikin û bi vî rengî tevgera rizgariya jinan berfireh bikin. Tenê bi têkoşînek wiha jin û bindest dikarin ber bi jiyana azad û wekhev a ku heq dikin ve herin.