Gelê Qamişloyê bang kir: Ew helwest li dijî Peymana 29’ê Çileyê ye

Însiyatîfa Gel li Qamişloyê li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku dibêje dersa Zimanê Kurdî heftiyê tenê sê saet bê dayîn, hişyariya “Ew helwest li dijî Peymana 29’ê Çileyê ye” kir.

Qamişlo – Li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya ku dibêje dersa Zimanê Kurdî heftiyê tenê sê saet bê dayîn, li seranserî Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn tên nîşandan.

Ji Însiyatîfa Gel meşa girseyî 

Ev nêzî 6 roj in çalakiyên gel berdewam in. Îro jî Însiyatîfa Gel li bajarê Qamişloyê meşek girseyî li darxist. Meş ji Çerxereya Şehîdan destpêkir û heta pêşiya Kompleksa perwerdehiyê berdewam kir.

Piştî meşê li ser navê Însiyatîfa Gel daxuyanî ji aliyê mamoste Henan Bekir ve hat xwendin. Henan Bekir bi bîr xist ku li gorî peymana 29’ê Çileya 2026’an li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya entegerasyonê dimeşe û wiha domand: “Li gorî pîvanên entegrasyonê, gelê Kurd wekî neteweyeke resen a Sûriyayê hat qebûlkirin. Divê her karê ku tê meşandin, li ser esasê pîvana hebûna Kurdan a li Sûriyeyê bimeşe.”

‘Ew helwest li dijî Peymana 29’ê Çileyê ye’
 

Henan destnîşan kir ku di demên dawî de gelek bûyerên ku vê pîvanê derbas dike, yan jî binpê dike, rû didin û wiha pê de çû: “Ya herî dawî ji bo ku navê Kobanê bikin Eyn Ereb, hinek hewldan çêbûn. Di heman demê de Hikûmeta Demkî dixwaze ku vê siyaseta xwe di hemû erdnîgariya Kurd de bisepîne. Navên herêman biguherîne. Di nava demê de jî hewl dide ku van herêman ji kurdewarîbûna xwe dûr bixe. Ew helwest li dijî Peymana 29’ê Çileyê ye. Di heman demê de ew helwest li dijî hebûn, nasname û zimanê Kurdî ye.Em vê helwestê qebûl nakin. Em kurd in, zimanê me Kurdî ye û cih û warên bav û kalên me jî bi Kurdî ye. Divê hikûmeta demkî, rêz nîşanî vê rastiyê bide û di warê yasayî de jî, vê rastiyê nas bike.”

‘Divê hemû gelê Kurd jî di vê mijarê de baldar û hestiyar be’

Henan Bekir diyar kir ku gelê Qamişloyê ji rayedaran re dibêje “rêz nîşanî me, zimanê  me û dîroka me bidin û wiha bidawî kir: “Daxwaza me ew e, li dijî vê yekê tu helwestên înkarkirina Kurdan em qebûl nakin. Ji bo entegrasyon bi ser bikeve, divê hikûmeta demkî jî erkê li ser milê xwe bi cih bîne. Û divê hemû gelê Kurd jî di vê mijarê de baldar û hestiyar be. Gelê me di van mijaran de tavîz nade. Gelê me êrîşan li ser hebûna xwe qebûl nake. Em bendewar in ku herkes erkên li ser milên xwe bi cih bîne û aştiya civakî biparêze.”