Rewşa nebaş a jiyanê ya jinên penaber ên li Idlibê berdewam dike

Jinên penaber ên ku li kampên dûrî navenda bajarê Idlibê, di konên ku ji germahiya mehên havînê re ne guncaw in, têkoşîna jiyanê didin, nikarin xwe bigihînin xwarin, tenduristiyê û ava paqij.

LINA HATIP

Idlib – Derdorên kaotîk ên dewletên hegemonîk bi taybetî li welatên Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe ava bikin, herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Kesên ku ji ber polîtîkayên şer mal, milk û warên xwe ji dest dane, ji ber koçberiyê di nav tengasiyek di gihandina xurek, xizmetên tenduristiyê û jiyaneke bi ewle de ne.

'Zarokên min nexweş in'

Jinên ku ji cîh û warê xwe bûne li Idlibê têkoşîna jiyanê didin. Di konên ji naylon an qumaşê de hatine çêkirin, yên ku li hember germa mehên havînê û sermaya qeşaya mehên zivistanê ne parastinê ne. Subhiya El-Bîtar a 32 salî ku neçar ma ji bajarê Marat El-Numan koçî kampa Harbanûş a Idlibê bibe, zehmetiyên ku hatine jiyîn wiha vegot:

“Elektrîka me kêm e û alavên me yên sarincê nînin. Ji ber germa zêde 4 zarokên min ji ber kêzikên ku li kampê derketine nexweş ketin. Gelek zarokên li kampê ji ber germê nexweş dikevin û dikevin tayê. Em bi destmalên ku bi avê şil dikin hewl didin taya wan kêm bikin. Kon ji şert û mercên demsalî re xeternak e û roj bi rastî li ser serê me ye. Ji ber ku kamp ji navendên bajaran dûr in, em nikarin xwe bigihînin dermankirinê.”

'Ji ber pirsgirêka avê em nikarin pêwîstiyên xwe yên şexsî bikin'

Baraa El-Satuf 29 salî ku piştî erdheja 6'ê Sibatê li kampa Turlaha ya ji bajarê Haremê bi cih bû wiha got: "Em bi mehên havînê re rastî kêzikên jehrî tên. Min di nav nivîna xwe de dûpişkek dît. Ji bo zarokê xwe ez hertim din av tirşe de me.  Me li kampa xwe deh cûreyên cuda ên  gezkirina kêzikan dît. Piraniya wan kêzikên mêş in." Baraa El-Satuf di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber hijyen û pirskirêka avê nikarin pêwîstiyê xwe yê şexsî pêk bînin û wiha gotonê xwe domand:

“Yek ji zarokên min bi Leishmania ket. Germahiya zêde dibe sedem ku tav li sere mirovan bi xwe û westandinê bi xwe tîne. Bi taybetî ji ber qutbûna elektrîkê, em nikarin hêniker bixebitînin û zexta ku ji germê çêdibe bandorek neyînî li jiyana me dike. Em tenê bi danîna betaniyên şil li ser banê kon, şilkirina cilên xwe û rûniştina li ber siya darên nêzî kampê hewl didin germê kêm bikin.”

'Em tevahiya rojê di konekî ku ji naylonê hatiye çêkirin de dijîn'

Semîra El-Awad, 56 salî, ku ji Sarmînê koçî kampeke li derûdora bajarê Idlibê bûye, got ku nexweşiya wê şekir heye û ji ber germa zêde pê ketiye. Semîra El-Awad bal kişand ku ew tevahiya rojê di konên ji naylonê hatine çêkirin de dijîn û got ku pêdiviyên wan ên jiyanî tune ne. Semîra El-Awad diyar kir ku ji ber kêmbûna avê li kampa ku lê diman neçar maye neviya xwe ya 9 salî ji cihekî dûr bişîne û ev yek bûye sedem ku tav li sere wî neviyê wê bixwe, êşa serî bikşîne û ser hişê xwe biçe.