Rewşa jinên girtî li Îranê dibe sedema fikaran

Girtiyên jin li Îranê bi tundî, bêparkirina mafan û lênêrîna tenduristiyê ya nebaş re rûbirû ne. Jiyana jinên girtî ku di nav de çalakvanên nexweşên penceşêrê jî hene, di xeterê de ye.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, rewşa jinên girtî bi taybetî derbarê çalakvanên siyasî yên jin de, her ku diçe xirabtir dibe. Ev jî, wekî nîşaneyek cidî ya binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan û bêparkirina ji şert û mercên jiyanê yên mirovî, derdikeve pêş. Raportên dawî eşkere dikin ku jinên girtî rastî tundiyek giran tên, nayên dermankirin û mafên wan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Ev rewş xetereyek ji bo jiyanê çêdike, bi taybetî ji bo girtiyên bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî yên wekî penceşêrê re rûbirû ne.

Çalakvan Aliya Matlapzadeh, Nergîs Muhammedî, Buran Nazmî û Hestî Emîrî, di merasîmek bîranînê ya parêzer Xosrow Elî Kurdî de, li Meşhedê di roja heftemîn a mirina wî de hatin girtin. Çalakvanan, duh bi malbatên xwe re bi telefonek kurt û tomarkirî axivîn. Çalakvanan ragihandin ku ji aliyê Şaxa 901 ve bi hinceta "civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî" fermana girtina mehekê dane wan.

Nexweşa penceşêrê nayê dermankirin

Gazal Abdullahî ku keça çalakvana mafên mirovan Aliya Matlapzadeh e, got ku diya wê di destpêkê de ji aliyê yekîneya îstîxbaratê ya Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatiye binçavkirin û piştre jî ew şandine Wezareta Îstîxbaratê ya li Meşhedê. Li gorî raporê, Aliya Matlapzadeh rastî lêdanek xedar hatiye, ji ber vê yekê di muayeneya bijîşkî re derbas kirine û dermankirina destpêkê, ji bijîşkek girêdayî yekîneya îstîxbaratê ya li Meşhedê wergirtiye.

Gazal Abdullahî hişyariya “Jiyana diya min di xetereyê de ye” kir û ev agahî dan: “Aliya Matlapzadeh nexweşîna pençeşêra pêsîrê dikişîne. Berê emeliyat û kemoterapî derbas kiribû. Bêparbûna ji tedawiya birêkûpêk, tenduristî û jiyana wê bi giranî tehdît dike.”

Tundiya giran li wan kirin

Piştî nêzîkî sê rojan malbata Nergîs Muhammedî ji wê tu xeberek nestend, Nergîs bi malbata xwe re bi têlefonê hevdîtinek kurt kir. Nergîs diyar kir ku dema hatiye girtin, rastî tundiyê hatiye û paşê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi "hevkariya bi Îsraîlê re" hatiye tawanbarkirin. Wê diyar kir ku ev tohmeta giran bê bingeh an belgeyeke yasayî ye û bêyî biryara dadgehê ya fermî hatiye kirin.

Malbata Nergîs Muhammedî ragihand ku wê gotiye ku di dema binçavkirina xwe de hatiye lêdan û ew hîn jî nizane kîjan dezgeha ewlehiyê wê digire. Nergîs ji tîma xwe xwest ku tavilê giliyek fermî li ser dezgeha ku şîdet lê kiriye û rêbazên dijwar ên di dema binçavkirina wê de hatine bikaranîn, tomar bike.

Li gorî agahiyên hevpar, çalakvanên din ên girtî ku di nav de Pouran Nazmî û Hestî Emîrî jî hene, tenê destûr hat dayîn ku bangewaziyên kurt û tomarkirî bikin. Di van bangewaziyan de, hat hînbûn ku ji hêla dadwerên lêpirsînê yên Şaxa 901 ve bi tohmeta "civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî" fermana girtina mehekê ji hin girtiyan re hatiye dayîn.