Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Çemçemalê dest bi kampanya alîkariyê kir

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo alîkariyê bigihîne welatiyên li Navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê ku zirar ji lehiyê dîtin, dest bi amadekariyan kir.

Navenda Nûçeyan – Li Başûrê Kurdistanê di encama barana zêde de, lehî rabibû û gelek welatiyan zirar dîtibû. Ji cihên herî zêde zirar lê çûbûyî yek jî Navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê bû. Di encama lehiyê de malên welatiyan di bin avê de mabûn û zirara madî pêk hatibû.

Heyva Sor a Kurdistanê li Rojava amadekariyan dike ku alîkariyên mirovî bigihîne Çemçemalê. Di parvekirina li ser hesaba X’ê ya saziyê hate weşandin de wiha hate gotin:

“Tîmên me xebatê dikin ku alîkariya mirovî ji bo piştgiriya gelê me yê Çemçemalê. Em teqez dikin ku di van şert û mercên dijwar de em ê li rex gelê xwe cîh bigirin. Em dê piştgiriya pêwist bigihînin welatiyên xwe.”