REPAK’ê li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî û Efûya Giştî banga têkoşînê kir
REPAK’ê ji bo betalkirina qanûna “zewicandina zarokên keç ên ji 18’ê saliyê biçûktir” û ji bo betalkirina efûya girtiyên DAIŞ’î, banga têkoşînê kir.

Navenda Nûçeyan – Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) têkildarî erêkirina projeyasa ji bo guherandina Yasaya Rewşa Kesî û Efûya Giştî daxiyaniyek belav kir. REPAK’ê ji bo hilweşandina yasaya “zewicandina zarokên keç ên ji 18’ê saliyê biçûktir” û ji bo betalkirina efûya girtiyên DAIŞ’î, banga têkoşînê kir.
Daxuyanî wihaye:
“Parlamentoya Iraqê ‘Qanûna Serastkirina Rewşa Kesayetiyê ya Iraqê’ pesend kir, tevî ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Iraqê ve hat redkirin, lê ji aliyê Serokomariya Iraqê ve hat pesendkirin. Ev guhertina zagona ku di raya giştî de weke ‘Qanûna Zewaca Keçên Di bin 18 salî de’ dihat zanîn û tevgerên jinan ji bo ku ev zagon neyê pejirandin demeke dirêj têdikoşiyan, bi vî rengî fermî bû. Guhertin li ser mijarên malbatê, di nav de zewac, hevberdan û mîrasê, dadweriya mezintir dide dadgehên îslamî. Bi saya rojeva têkoşînê ya girîng a ku tevgerên jinan li Iraq û cîhanê li dijî qanûnê çêkiriye, temenê zewaca fermî nekarî ji 18 salî were daxistin, lê bi rayeya ku ji dadgehên îslamî re hatiye dayîn, dê temenê zewacê defakto bi biryarên dadgehên olî wekî 9 sal ji bo keçan û 16 sal ji bo kur were bicih kirin. Bi qebûlkirina Qanûna Rewşa Şexsî re wê mezhebperestî di nava civakê de kûr bibe, mafên jin û zarokan ku ti carî nehatine parastin, wê hîn bêhtir bên binpêkirin. Ji aliyê din ve bi pesendkirina vê qanûnê zewaca keçên 9 salî û xortên 15 salî li derveyî dadgehê bê astengî çêdibe.
Sedema guhertina yasaya niha jî ew e ku komên olî yên Şîe bi komên Sunne re li hev kirine ku piştevaniya qanûnê bikin û girtiyên DAIŞ’ê azad bikin. Lêborîna girtiyên DAIŞ’ê yên ku li dijî jinên Êzidî komkujî pêk anîn û zêdebûna komên cîhadî yên li derdora Şengalê, metirsiya qirkirina duyemîn a mezin li ser jinên Êzidî zêde kir. Di heman demê de bi van biryaran parlamenterên niha û hikûmeta Iraqê bûne hevparê tawanên jenosîd ên DAIŞ’ê. Ji her êrîş û sûcên qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî wê hikûmeta Iraqê bixwe berpirsyar be. Parlamentoyê herwiha qanûnek li ser vegerandina awareyên navçeyên nakok li Iraqê li ser bingeha siyaseta erebkirina malên desteserkirî li ser vê yasayê zêde kir. Trajediyek mezin e ku ev yasaya ku ji bo gel erênî ye, bi bendên dayîna rayeya dadgehên olî û efûya girtiyên DAIŞ’ê hate pejirandin. Divê tu maf li ser fedakariya jinê neyê avakirin, azadiya jin û gelan bi hev re bên parastin.
Em bang li Serokomarê Iraqê û hikûmeta Iraqê dikin ku li ser esasê parastina yasaya mal û milkê yasaya Desthilatiya Dadgehên Olî û Efukirina girtiyên DAIŞ’ê betal bikin. Divê ew berpirsiyariya van qanûnên ku wê di cîhana jin û zarokan de bibe sedema hilweşînên mezin, sûcên exlaqî û îstîsmara zayendî red bikin. Efûya sûcên zayendî û qirkirinê yên li dijî jinên Êzidî wê bibe sedema teşwîqkirina sûcên nû yên li dijî jinên Êzidî. Ev rewş ji bo jinên hemû cîhanê nayê qebûlkirin.
Li ser vê bingehê banga me ji tevgerên jinên cîhanê û raya giştî ya demokratîk re eve: Jinên Êzidî ji ber polîtîkayên dewleta Iraqê di bin gefa qirkirina nû ya DAIŞ’ê dene. Em bang li jinên Êzidî dikin ku li ser esasê nehiştina dewleta Iraqê ya berdana girtiyên DAIŞ’ê û betalkirina qanûnên ku desthilatdarî didin dadgehên olî, li dijî gefên qirkirinê bê dem têkoşînê geş bikin û bibin dengê jinên Êzidî.”