Rengê jinan mohra xwe li kongreyê da
Di 5’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) de hebûna jinan û felsefeya Jin Jiyan Azadî mohra xwe li kongreyê da.
SITÎ ROZ
Şengal – Di 5’emîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku duh hat lidarxistin de jin bi fîstanên xwe yên spî bejdar bûn, hewaya Nîsanê di kongreyê de hebû. Cihê meha Nîsanê li ba civaka Êzidî di kongreya Şengala Demokratîk de îfadeya xwe dît. Nîsan weke ji dayikbûna azadiyê, hatina biharê û cejna Çarşema Serê sale tê pîrozkirin. Di 5’emîn Kongreya MXDŞ’ê de wateya meha Nîsanê du qat zêde bû. Jinên Êzidî yên bi felsefeya Jin Jiyan Azadî rabûn ser lingan, ji bo avakirina MXDŞ’ê 9 sal e xebatek bêhempa dimeşînin. Jin li Şengalê bi pêşxistina rengê Ezda, li dijî netewperestiyê sekinîn, hemwelatiyên ku parastina xaka xwe herî baş dikin û feraseta ekolojîk pêş bixin û dikaribûne bibin pêşeng. Jinên Êzidî rola pira di navbera Êzidatî û Xweseriya Demokratîk a Şengalê de girtin ser milên xwe û dikaribûn bibin dil û mejiyê vê civakê.
Rehendên bingehîn nê Xweseriya Demokratîk a Şengalê jinan ava kiriye. Jinan bi têkoşîna xwe peymana 9’ê Cotmeha ya li dijî xweseriya civaka Êzidî vala derxist.
Yek ji mijarên sereke yên kongreyê: Hevpeymana Civakî
Di rojeva kongreyê de yek ji mijarên sereke ya hat nîqaşkirin girîngiya Hevpeymana Civakî bû. Di nîqaşên li ser vê bingehê de hat destnîşankirin ku li Iraqê li Deşta Nînovayê wateya fikrên Netewa Demokratîk, felsefeya gel û baweriyan li ser lingan digre. Rêveberiya xweser li ser hevpeymana civakî nêzikatiyên jinan, çavkaniya netewperestiya di bin pirsgirêkên civakî de, têkoşîna ku tê meşandin di kogreyê de weke sernavek girîng li ser hat sekinandin. Di heman demê de teveqeya herî biçûk a civakê malbat û di hişmendiya dewletê de demokrasî, nêzbûna xwezayê, di civakê de nêzbûna temenê di bin nave hevpeymana civakî de bû mijarên ku hatin destgirtin.
Sîstema Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêmanên ku jinan anîne ba hev, careke din girîngiya rêveberiya xweser a daye hevpeymana civakî nîşan dan. Em bi heseroka ku di kongreya 5’em ya MXDŞ’ê de hatin hilbijartin Cîhan Celo re axivîn.
Di Xweseriya Demokratîk de rengê jinê
Cîhan Celo diyar kir ku bi awayek bi hêz çûne kongreya 5’emîn ya MXDŞ’ê. Cîhan Celo hevserokê rêveberiya MXDŞ’ê Merwan Bedel, endamê MXDŞ’ê û fermandarê Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) Pîr Çeko û berpirsê asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo yên di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de winda kirin bibîr anî û got ku wê ew xeyal û armancên wan nîvçe nemînin. Cîhan Celo wiha domand: “Jinên ku bi hezaran sal e tune tên hesibandin, îro di Şengala xweseriya demokratîk de misyona pêşengiyê girtine ser milên xwe. Jin ketin nava vê sîstemê û diwarên girtîgehên ku ji bo wan hatine çêkirin hilweşandin. Berpirsyarî û piştgiriya ku di xwezaya jinan de heye vê di rêveberiya xweser de jî çalak dike. Xweseriya Demokratîk a Şengalê hêza herî dînamîk e li Îraqê. Dê vê dema nû de di MXDŞ’ê de girîngî zêdetir ji bo beşdariya jinan di hemû saziyan de were dayîn, di komîsyonên jinan, xebatên xweser ên girêdayî komîteyan de wê jin di pêş de bin.”
‘Jin bingeha demokrasiyê ne’
Cîhan Celo da zanîn ku di avabûna Xweseriya Demokratîk a Şengalê de beşdariya jinan reng dide û bi bîr xîst ku jinên gihîştine baweriya xwe hêza rêxistinkirina civakê û rêveberina civakê zêdetir heye û wiha domand: “Jin ji xwezaya xwe ve demokrat in. Dema em dikevin kûrahiya dîrokê, dibînin ku jin civakê li ba hev digrin, afrîner in, xwedîker û beriya her tiştî di pozîsyonên li pêş de bûne. Îro jî bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêber Apo jin digihîjin cewherê xwe. Ger Iraq xweseriya demokratîk ji bi xwe mînak bigre, wê demê li Iraqê wê guhertin bi lez û mayînde bibe. Rêveberiyek wekhev bingeha civakê ava dike. Hevpeymana civakî ya di kongreyê de hatiye pêşkêşkirin îşaret bi vê yekê dikir. Di kongreyê de em çûn biryara ku li Iraqê hîn zêdetir firehbûnê, li ser vê yekê em ê siyaseta diplomasî û tevgerê esas bigrin. Lê belê destpêka me di bin banê Şengalê de esasgirtina hevpeymana civakî û hemû pêkhateyan di li ba hev bigrin.”
‘Jin jiyan e’
Cîhan Celo da zanîn ku fermana civaka Êzidî jiyaye herî zêde ji bi jinan bûye travma û sîstema xweser destên jinan girtiye, bi hêviya ku felsefe were avakirin û ji tunebûnê hebûn ava kir û eve jî bi têkoşînek mezin û bedelan çêbû û wiha got: “Aqilê dewletê sîstemek wisa ava kir ku di her pêkhateyeke civakê de serdestî bi pêş xist û li her alî şer li hemberî jinan vekir, hemû destkeftiyên jinan ji destên wan girtin, tune kirin. Jinan îro bi saya felsefeya Rêber Apo di vê erdnîgariyê de serî hildane. Li Şengalê jî xwestin di şexsê jinan de civakê û baweriyê tune bikin. Lê belê jinan rê neda vê yekê, yên ku Şengalê li ser lingan digrin jin in. Tenê em bizanibin em jiyan bi xwe ne bes e.”
Banga tifaqa Êzidiyan a demokratîk
Di kongreyê de têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were kirin, di hevpeymana civakî de ji bo pirsgirêkên civakê çareseriyan biafirînin, destekdayîn, bihêzkirina meclisên gel, di serî de zarok, ji bo hemû beşên civakê sîstema perwerde, tedirustiya civakê, siyaset, çand, huner, ragihandin, şaredarî aborî, dîplomasî, parastin û di qada tevgerên ciwanan de pêşnûme biryar pêşkêşî kongereyê hatin kirin. Beşdaran pêşnûmebiryarê xistin dengdanê û hat erêkirin.
Di pêşnûmebiryara ku ji aliyê rêveberiya xweser ve pêşkêşî kongreyê hat kirin de xalek din a ku civaka Êzidî li ba hev bigrin, ji bo avakirina Şengalek îradeya wê bi hêz were avakirin, di tifaqa Êzidiya demokratîk de bi israrkirin lê hat zêdekirin.
Kongre bi hilbijartina 101 endamên meclisê re, di dema nû de bi soza têkoşînê bi dawî bû.