Rejîma Îranê li cihên cûda çar jin girtin
Hêzên Îstixbarata Îranê, li gundê Kesnezan ê ser bi bajarê Seqizê ve jinek Kurd binçav kir. Li Esfehanê jî li sê xwepêşanderên jin cezayên girtîgeh û darvekirinê hate birîn.
Navenda Nûçeyan - Zext, girtin û cezayê darvekirinê yên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşandêrên jin didome. Li gor agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Hana belav kirine, hêzên îstixbarata Îranê li gundê Kesnezan a ser bi bajarê Seqizê jinek Kurd binçav kirine. Her wiha li Esfehanê sê xwepêşanderên jin rastî cezayên girtîgeh û darvekirinê hatin kirin.
Li gor raporê, hêzên ser bi dezgeha Îstixbarata Supayê Pasdaran, di 1’ê Îlonê de bi şeş wesayîtan derbasî nava gundê Kesnezan ê bajarê Seqizê bûne. Pasdaran, bi lêdan û bêy fermana dadwer, jina bi navê Nahîd Kesnezanî ya 48 salî, binçav kirin.
Hatiye diyarkirin ku di dema binçavkirina Nahîd Kesnezanî de hêzên rejîmê li nava gund belav bûne, rê nedane kes ji malên xwe derkevin û zext li malbata Nahîd Kesnezanî kirine da ku kelûpelên wê yên ferdî desteser bikin.
3 jinên din hatin cezakirin
Li gor heman raporê, sê xwepêşandêrên jin yên bi navê Terane Rehîmî, Rumîna Rehîmî û Sitayîş Seîdî li Dadgeha Şoreşê ya Esfehanê bi cezayê girtîgehê û darvekirinê hatine cezakirin. Hat gotin ku her sê jin li Girtîgeha Dewlet Abad ya Esfehanê tên ragirtin.
Hate diyarkirin ku Terane Rehîmî bi cezayê darvekirin û 11 sal cezayê girtîgehê, Rumîna Rehîmî bi cezayê 25 salan û Stayîş Seîdî jî bi cezayê 5 sal girtîgehê hatine cezakirin.