KJAR’ê bernameya salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ eşkere kir

Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyek bernameya salvegera çaremîn a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ parve kir û banga mezinkirina têkoşîna hevpar li hemû jinên azadîxwaz, rêxistin û demokratan kir.

Navenda Nûçeyan – Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyekeke nivîskî salvegera çaremîn a Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ silav kir û bal kişand ser rola dîrokî ya serhildana bi pêşengiya jinan. KJAR’ê diyar kir ku meşaleya azadiyê ya sînor derbas kiriye, îro ji her demê zêdetir pêwîstî bi stratejiyeke hevpar û rêxistinbûneke xurtir heye, bang li tevahiya jinên azadîxwaz, demokrat û rêxistinên têkoşer kir ku bi dengekî xwedî li vê mîrateya pîroz derkevin.

KJAR'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya vê şoreşê û got: "Çar sal di ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbas dibin; şoreşeke domdar ku tevgera azadîxwazî ya Rojhilata Navîn xist qonaxeke nû. Ev serhildana bi pêşengiya jinan ku bi dengvedana dirûşmeyeke dîrokî li dijî pergala mêr-serwer dest pê kir, mizgîniya civakeke azad, pirreng û li ser bingeha azadiya jinan dide. Bi derbasbûna çar salan, meşaleya vê têkoşînê ku ji fedakariya jin û ciwanên zana hêzê digre, hê jî geş e û sînorên erdnîgarî û neteweyî derbas kirine. Salvegera vê şoreşa civakî, derfeteke nûjen e ji bo nirxandina destkeftiyan, kûrkirina hişyariyê û teqezkirina li ser pêkhatina armancên pîroz ku bedêlên giran ji bo wan hatine dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêkanîna peyamên vê şoreşê bi yekîtî û rêxistinbûna mil bi mil mimkun e û ev bang hat kirin: “Bicihanîna bê kêmasî ya peyamên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji her demê zêdetir hewceyî yekîtî, rêxistinbûn û pêkanîna stratejiyên hevpar di navbera hemû hêzên têkoşer de ye. Îro, rûbirûbûna li dijî zordariya sîstemê tenê bi yekîtiya mil bi mil û derbasbûna ji sînorên teng pêkan e. Em jî weke Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), ji bo îsal û di vê salvegera dîrokî de bername û çalakiyên taybet li ber çavan digrin. Bi vê wesîleyê em bang li hemû rêxistin, partî, aktîvîstên qada jinan û aliyên azadîxwaz û demokrat dikin ku ji bo hevgirtineke zêdetir û pêkanîna çalakiyên hevpar, bi dengekî salvegera çaremîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşwazî bikin."

Bernameya çalakiyên KJAR’ê ya wiha ye:

KJAR’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya salvegerê de bi gelek çalakiyên cihêreng li qadên cîhanî û herêmî dakevin kolanan û têkoşînê bilind bikin. Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan wiha ne:

Şandina pirtûkeke bi navê ‘Pêla kolanê’ ji bo rêzgirtin li bîranîn û şehîdên riya azadî û demokrasiyê. Hêjayî gotinê ye ku beriya vê, du cildên din di salên borî de hatine çapkirin û weşandin.

*Çap û weşandina hejmarên taybet ên kovara Jinên Rojhilat û Jineolojî bi wesîleya salvegerê. Di her yek ji van hejmarên taybet de girîngiya têkoşîna jinan û pêwîstiya hevgirtinê bi berfirehî tên destnîşankirin.

*Ji bo nirxandina aliyên cuda yên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, konferansek du rojî ya onlaine bi navê “Jin Jiyan Azadî: Ji destkeftiyan heta pênaseya paşerojê”, bi beşdariya zêdetirî 30 aktîvîstên jin ji qadên cuda di rojên 6 û 13’yê Îlonê de tê lidarxistin.

*Lidarxistina meşên cûrbecûr ên nerazîbûnê li welatên cuda yên Ewropayê bi beşdariya jinên aktîvîst ên ji rêxistin û partiyên cuda û bi bilindkirina dirûşmea “Em, bi yek dengî: Jin, Jiyan, Azadî”.

*Bikaranîna semboleke hevpar di navbera 16 rêxistinên jinan de li Îranê û belavkirina wê di nava çalakiyên cuda de ji bo xurtkirina têkiliya rêxistinî.

*Lidarxistina semîner û webînarên cûrbecûr ji bo piştgiriya jinên têkoşer ên li Kurdistan û Îranê û nîqaşkirina pêşeroja azadiyê.

* Pêxistina mûmek di 16’ê Îlonê de li her cihê ku jin lê bin, ji bo ronîkirina riya têkoşînê û nûkirina bîranîna şehîdên riya azadî û demokrasiyê.

* Xurtkirina hevkariya di nava platform û aliyên ku KJAR tê de amade ye, ji bo bilindkirina çalakiyên hevpar li Kurdistanê û bi giştî li tevahiya Rojhilata Navîn.