Meclîsa Îştar: Li dijî siyaseta şer û qirkirinê, banga jiyana wekhev û azadiyê
Bi pêşengiya Meclîsa Îştarê li Wargeha Mexmûrê bi meşeke meşaleyî 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê hat pêşwazîkirin. Di çalakiyê de hemleya nû ya bi dirûşma ‘Dem dema Îştarê ye’ hate ragihandin.
Mexmûr – Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê meşeke meşaleyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyama çareseriya demokratîk hate dayîn û hemleya nû ya bi dirûşma ‘Dem dema Îştarê ye’ hate ragihandin.
Bi sedan şêniyên wargehê, endam û rêveberên saziyan bi coşeke mezin tevlî meşa 1’ê Îlonê bûn. Meş li ber Navenda Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir û heya Parka Şehîd Aryen Cûdî berdewam kir.
Beriya daxuyaniyê, ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniya Meclîsa Îştarê ji aliyê Kajîn Ozek ve hate xwendin.
Meclîsa Îştarê di daxuyaniya xwe de balê dikşîne li ser dîroka 1’ê Îlonê û wiha dibêje: “1’ê Îlonê di dîroka mirovahiyê de bi wêrankirina şer ve girêdayî ye. Bi êrîşa Almanyayê ya li ser Polonyayê di 1’ê Îlona 1939’an de Şerê Cîhanê yê Duyemîn destpêkir û bû sedema mirina deh mîlyonan mirovan. Lê ji bo me, ev roj ne tenê bîranîn e; ew rojek e ku em careke din dibêjin pirsgirêk bi çekan nayên çareserkirin.”
‘Aştî avakirina jiyaneke ewle, azad û wekhev e’
Di berdewamiya daxuyaniyê de girîngiya pêvajoya aştiyê hate destnîşankirin û ev peyam hatin dayîn: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyê dikare deriyekî girîng ji bo çareserkirina pirsgirêkên dîrokî veke. Pirsgirêkên ku bi salan bi şer nehatine çareserkirin, divê bi diyalog û rêyên demokratîk bên çareserkirin. Aştî tenê rawestandina şer nîne; aştî avakirina jiyaneke ewle, azad û wekhev e. Di 1’ê Îlonê de soz hate dayîn ku têkoşîna ji bo aştî, azadiya jinan û jiyana demokratîk dê bê xurtkirin.
Dem Dema Îştarê Ye
Di dawiya daxuyaniyê de Meclîsa Îştarê banga mezinkirina têkoşînê kir û bi daxuyandina hemleya nû ya bi dirûşmê “Di Ronahiya Manîfestoyê de Jin Civaka Komînal û Demokratîk Înşa Dike”, bi dengekî bilind qêrîya: ‘Dem dema Îştarê ye!’