Rêbaza herî kevin a baviksalariyê: Qetilkirina jinên pêşeng
Li hemû aliyên cîhanê, çalakiyên ku ji aliyê jinan ve tên lidarxistin û dirûşmên tên avêtin, qerekterê muxalefeta civakî ya sedsala 21’ê diyar dikin. Jinên ku ji vê têkoşînê re pêşengî dikin jî dibin hedefa desthilatdariya faşîst.
AKADEMIYA JINEOLOJIYÊ
Cînayetên siyasî ji demên berê ve heta îro rêbazeke desthilatdariya baviksalar e û ji bo çewisandinê tê pêkanîn. Ev cînayet, di salên dawî de li dijî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve tên kirin. Desthilatdariyên faşîst, di vê pêvajoyê de bi taybetî pêşengên jin hedef digrin. Van êrîşên ku hêza şoreşa sedsala 21'ê hedef digrin, ji tirsa pergalê çêdibin û dikare were gotin ku di ve tirsa xwe de neheq nîn e.
Di roja me de li çar aliyên cîhanê çalakiyên ku ji aliyê jinan ve tên lidarxistin û dirûşmên tên avêtin, qerekterê muxalefeta civakî ya sedsala 21’ê diyar dikin. Li Meksîkayê jinan agir bera dadgehan dan, li Sûdanê jinan stranên şoreşê dan gotin, jinên ku ji Amerîkaya Latîn dest pê kirin, li dijî saziyên pergala baviksalar bi reqsê şermezar kirin, grevên jinan ên li Arjantînê ku bi milyonan tevli bûn, jinên li Polonyayê avahiya parlamentoyê dorpêç kirin, li Lubnan, Iraq, Cezayîr, Tûnisê bi kurtasî li her derê serhildanên jinan ên çêbûn, gihîştine asteke wisa ku veger jê nîn e.
‘Serhildanên ‘Jin Jiyan Azadi’ rengê şoreşên vê sedsalê ne’
Di meha Îlonê de Jîna Emînî ya ji bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê, bi hinceta ku serê xwe baş negirtiye, ji aliyê polîsên exlaq ên rejîma mola ya Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî wê li hemû bajarên Îranê bi dirûşma jin jiyan azadî dest pê kirin û 5 meh in didomin. Ev serhildan, rengê şoreşên ku dê di sedsala 21’ê de pêk werin nîşan dide.
Ji ber ku çalakiyên jinên li dijî pergala baviksalar serî hildane li hemû deran belav bûn, êrîşên desthilatdariya baviksalar ên li dijî jinan jî bi erîşên qirkirinê didomin. Ji aliyekî ve êrîşên mêran ên li dijî jinan li hemû cîhanê gihîştine asta qirkirinê, li aliyê din jî li dijî pergalê jinên ku ji têkoşîna civakî re pêşengiyê dikin, tên hedefgirtin û qetilkirin.
Pergal qirkirina zayendî, bi riya qetilkirina ‘cînayetên jinan’ ji bo tirs û xofê bide afirandin didomîne. Wekî tê zanîn di dawiya sala 2022’yan de ji pêşengên tevgera azadiya jinan, endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê, Endama Koordînasyona KJK’ê Evîn Goyî li Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Di meha destpêkê ya sala 2023’yan de jî Mursel Nebîzade ya ku beriya Talîbanê parlamenter bû li Kabîlê hat qetilkirin. Welat û rejîm cuda bin jî li pişt sûîqestên plankirî û sîstematîk ên li dijî jinan, heman bîrdozî heye. Ji vî aliyê ve divê şerê bîrdozî yê ku desthilatdarî li dijî têkoşîna azadiyê dimeşînin, ji nêz ve werin analîzkirin.
Êrîşa yekem a li dijî çanda jina dayik qetilkirina Tiamat e
Mirov dikare êrîş û polîtîkayên ji bo dijminahiya jinan a pergala baviksalar ji gelek aliyan ve binirxîne. Di tevahiya dîrokê de êrîşên bi vî rengî çêbûne. Ji aliyê dîrokî ve, li dijî çanda jin, dayikê êrîşa yekem di mîtolojiyan de qetilkirina Tiamat e. Beriya Mîladê di destana Enuma Elîş a ku di salên 2000’an de hatiye nivîsandin de behsa şerê Marduk û Tiamat tê kirin. Ev dikare wekî sembolîzekirina şerê zîhniyetê yê mezin were nirxandin. Marduk ji bo ku li Babîlê bigihîje asta herî jor, li dijî Tiamat dest bi gotinan dest bi êrîşeke ecêb dike. Tiamat nûnera çanda jin dayikê ye û ev gotinên bîrdozî, xwe dispêre tifaqa mêr a li dijî jinan. Di destanê de tê gotin ku Tiamat pîrevokek pir ecêb û xirab e divê ku were perçekirin. Ji bo vê yekê tifaqa mêr a li dijî jinan tê pêşxistin û vê peywirê didin Marduk. Ew jî diyar dike ku ger ew bibe kesê herî mezin dê Tiamat bikuje û ji bo wê yekê li hev dikin. Li gorî vê çîrokê, Marduk Tiamat bi sê tîran dikuje. Tîra yekem li serê wê dide, ya duyem li dilê wê dide, ya sêyem jî li lebata wê ya zayendî dide. Di mîtolojiyê de tê gotin ku ser, zîhniyetê, dil, hesta ku hevsengiya zekaya analîtîk çedike, wijdan û exlaq; lebata zayendî jî afrînerî û berhemdariya jinan temsîl dike. Hersê tîrên ku li Tiamatê dikevin, nîşan didin ku jin bi awayê bîrdozî hatiye hedefgirtin û weke hebûnek ku divê were tunekirin tê dîtin. Di berdewamiya dîrokê de êrîşên bi vî rengî didomin. Tenê dema em li sûîqesdên di sedsala dawiyê de binêrin, em ê bibînin ku di navbera yên têkoşînê ji bo azadiya jinan didomînin û pergala baviksalar de şerekî mezin heye. Di vê sedsalê de bi sedan jinên şoreşger û têkoşer hatin qetilkirin.
Dewlet ji bo civakan qir bikin her dem pêşengan hedef digrin
Pergalên baviksalar ên dewletan ji bo civakan qir bikin, destpêkê pêşengên civakê dikin hedef. Di dîrokê de gelek têkoşînên ji bo azadiyê çêbûne û li dijî wan dewletan her dem serî li cînayetên siyasî dane. Pêşengên felsefî, bîrdozî û çalakger ên têkoşîna jinan, Rosa Luksemburg, Meena Keshwar Kamal û Sakîne Cansiz di mehên Çile û Sibatê de hatine qetilkirin. Ji ber wê divê bi taybetî mirov bala xwe bide ser van mehan.
Yek ji çalakger û teorîsyenên tevgera sosyalîst a cîhanê Rosa Lukxemburg di 15’ê Çileya 1919’an de ji aliyê dewleta Almanyayê ve piştî binçavkirinê, bi îşkenceyê hat qetilkirin û cenazeyê wê avêtin nava qenalê. Rozaya ku yek kesên herî çalakger ên têkoşîna jinan û kedê bû li dijî şerê parvekirinê yê emperyalîst ê yekem bû, li dijî faşîzma Alman pêşengiya Tevgera Spartakus dikir. Li gorî wê pirsgirêka jinan, a karkeran li dijî faşîzmê yek bû. Bal dikişand ku dijmin yek e û bawer dikir ku bi tunekirna kapîtalîzmê çareserî pêkan e.
Ji jinên pêşeng ên ku di sedsala dawî de hatin hedefgirtin Patria Mînerva û Maria jî hene û ew jî bûne sembol. Wekî tê zanîn her sal roja 25’ê Mijdarê ku bûye roja têkoşîna bi şîdeta li dijî jinan re diyarî sê jinan hatiye kirin. Patria, Minerva ve Maria Teresa yên ku wekî xwişkên Mîrabel tên nasîn ji sala 1930'yan heta 1961'ê li dijî Komara Domînîk a ji aliyê dîktator Rafael Trujillo ve dihat birêvebirin têdikoşiyan. Di têkoşîna li dijî faşîzmê de, bi çalakî, nivîs û kampanyayên piştgiriyê cihê xwe girtin. Di sala 1960’an de têkoşîna li dijî dîktatoriyê mezin bû, deng veda. Her sê xwişk, di 25’ê Mijdara sala 1960’an de ji aliyê polîsên dîktatoriyê ve li La Cruzê hatin rawestandin û revandin, piştî tecawizê hatin qetilkirin. Minerva di nivîseke xwe ya li dijî faşîzmê de behsa têkoşînê kiribû, gotibû “Dibe ku tişta herî nêz mirin be lê ev yek min natirsîne, em ê ji bo her tişta mafdar şerê xwe bidomînin.”
Yek ji pêşengên têkoşîna jinan a Afganistanê Mîna Kişwar Kemal
Yek ji jinên ku ji mirinê netirsiya û ji ber têkoşîna xwe domand hat qetilkirin, Mîna Kişwar Kemal e. Li Afganistana ku piştî dagirkeriya Amerikayê, niha Talîban li ser hukum dike, Mîna yek ji kesên destpêkê yên têkoşîna jinan e. Wê bi komek hevalên xwe re di sala 1977’an de RAWA’yê ava kir. Armanca yekitiyê ew bû ku bibe dengê jinên ji her tiştî bêpar mane, yên xizan û yên hatine bêdengkirin. Di sala 1979’an de piştî rejîma kukla ya ku piştî Afganistan ji aliyê Yekitiya Sovyetan ve hat dagirkirin, hat avakirin, Mîna pêşengî ji têkoşîna serxwebûnê re kir. Mîna ne tenê di hedefa dagirker û hikumeta kukla de bû, di heman demê de, di hedefa komên olperest ên ku ji aliyê Amerîkayê ve dihatin xwedîkirin de bû. mîna di 4’ê Sibata 1987’an de li gorî hinek kesan ji aliyê KGB’ê ve, li gorî hinekan jî ji aliyê servîsa veşarî ya Afgan JAD’ê ve û li gorî hinekan jî ji aliyê sîxurên lîderî komên olperest Gulbeddin Hikmetyar ve hat qetilkirin. Cenazeyê Mîna nehat dîtin, yek ji kesên wê qetil kiribûn bi gotinên “Me ew kuşt” îtiraf kiribû lê negotibû ku li ser navê kê wê qetil kirine. Mîna, ji ber têkoşîna xwe ya ku bû malê dîrokê, ji aliyê desthilatdariya olperest neteweperest ve hat qetilkirin.
Li dijî pergala olperest-paşverû serhildanek xweser
Her çendî çîroka wê ji ya jinên me li jor behsa wan cuda be jî yek ji jinên ku ji aliyê pergala xwedî heman zîhniyetê ve hatiye qetilkirin Phoolan Devî ye. Phoolan, li Hindistanê di malbatek girêdayê qesda jêr de hat dinyayê, di temenê zarokatiyê de hat zewicandin, rastî şîdet û tecawizê hat. Di 20 saliya xwe de bû ‘haydût’ û destpêkê mêrê ku li dijî wê êrîşa zayendî kiribû qetil kir, dûre jî hemû mêrên ku êrîşên zayendî kiribûn qetil kir. Li dijî pergala olperest a paşverû serî hildabû, di nava jinan de bandorek mezin çêkiribû. Bêguman vê yekê pergalê pir aciz kiribû. Phoolan Devi, bi navê xwe yê Keybanûya Haydûtan, ji bo xizanan ‘qehreman’ ji bo dewlemendan jî ‘qatil’ bû. Di hevpeyvînek xwe de gotibû; “Şahidiya min, ji bo kesek din jiyanê weke min nejî ye. Ez tenê dixwazim rêz û hurmetê bibînim. Ez mirovek im...” Phoolan di 25’ê Hezîrana 2001’ê de li pêşiya parlamentoya Hindistanê bi êrîşeke çekdarî hat qetilkirin. Her çendî êrîşkar got ku wî ev êrîş ji bo tolhildana xizmê xwe yê hatiye qetilkirin kiriye jî, kesê jê bawer nekir lewre ji aliyê gelek kesan ve gule lê hatibûn barandin û ev yek derneket holê.
Yek ji jinên pêşeng ên bû hedef kî Dulcie September a ji Afrîkaya Başûr e. Ew endamek ANC’ê (Konseya Neteweyî ya Afrîkayê) bû li dijî rejîma Apartheid têdikoşiya. Dulcie, nûneriya ANC'ê ya Fransa, Îsvîçre û Luksemburgê dikir, di heman demê de li ser peymanên qirêj ên çekan ku hêzên hegemon ên bi rejîma faşîst apartheid re dikir lêkolînan dikir. Di 29’ê Adara 1988’an de li herêma 10’emîn Parîsê li pêşiya mala xwe hat qetilkirin. Qatil leşkerekî bi pere yê Fransiz bû lê di encama lêkolînan de derket holê ku bi hevkariya servîsên veşarî yên Fransa û Afrîkaya Başûr hatiye qetilkirin.
Ji dîrokê ve heta îro vê rêbaza ku pêşengên civakê pê tên hedefgirtin, ji aliyê dewleta tirk ve di çaryeka dawî ya sedsala 20'an de dest pê kir, heta sedsala 21'ê bi giştî li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û bi taybetî li dijî pêşengên tevgera jinên Kurd tê bikaranîn. Ji salên 1990’an ve piştî ku hêza rêxistinî û çalakgeriya tevgera jinên Kurd zêde bû, sûîqesdên siyasî dest pê kirin. Piştî salên 2010’an, bi Şoreşa Rojava ya ku bala hemû jinên cîhanê kişand ser xwe, pêşengên jin bûn hedefa dewleta tirk.
Jinan soza mezinkirina têkoşînê dan
Di 9’ê Çileya 2013’an de ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez, ji aliyê kesê bi navê Omer Guney ku têkiliya wê bi îstîxbarata Tirkiyeyê ve hebû ve li Parîsê hatin qetilkirin. Di wê pêvajoya ku wekî ‘pêvajoya Îmraliyê’ dihat binavkirin de, di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta tirk de hevdîtin dihatin kirin loma ji vî aliyê ve balkêş bû. Sakîne Cansiz weke kesên ji nifşa yekem a ku bingeha tevgera azadiya jinan avêtibû dihat nasîn. Fîdan Dogan di xebatên dîplomasiyê de bû, felsefeya Apoyî û tevgera azadiya jinan bi cîhanê dida nasîn, ji bo wê bênavber dixebitî. Leyla Şaylemez jî li Ewropayê yek ji milîtanên ciwan bû, çavên wê her dem li welatê wê bûn. Bi hedefgirtina sê nifşên jin ên hatin qetilkirin, xwestin derbe li tevgera azadiya jinan bixin lê negihîştina armanca xwe lewre di merasîma hersê jinên şoreşger de bi deh hezaran jin bi dirûşma “Jin jiyan azadî” hatin oxirkirin û soza mezinkirina têkoşînê hat dayîn.
Di 5’ê Çileya 2016’an de careke din sê pêşengên tevgera azadiya jinên Kurd hatin hedefgirtin. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên pêşengiyê ji rêveberiya xweser re dikirin, li Silopiya ku ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hatibû dorpêçkirin hatin qetilkirin. Di wan demên ku mirov li malên xwe hatibûn hepiskirin,dema ku ji bo pêdiviyên xwe yên bingehîn jî derdiketin derve dihatin qetilkirin; sê jinên şoreşger bi dirûşma “Ger Botan qezenc bike dê azadî pêk were” ji bo rêxistinkirina civakê dixebitîn. Di heman pêvajoyê di serî de Asya Yuksel, Ayşe Kaçar (Zeryan Amed) gelek jinên ku pêşengiyê ji rêveberiyên xweser re dikirin hatin qetilkirin.
'Li dijî pergala mêr a ku tenê dizane qetil bike em dixwazin di pergalek adil de bijîn’
Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirkiyeyê ve 12’ê Cotmeha 2019’an li Rojava li ser riya M4 hat qetilkirin. Vê bûyerê nîşan dida ku dê cînayet bidomin. Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef, yek ji jinên xwedî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan bû, ji Şoreşa Rojava ya bi rengê şoreşa jinan bi pêş diket re pêşengî dikir. Rojava li dijî DAIŞ’a ku ji aliyê pergala baviksalar ve hatibû mezinkirin û xwedîkirin, li Rojhilata Navîn bûbû xewnereşkek, bi şoreşa xwe bûbû bersiv. Ew erdnîgariya ku têkoşîna jinan lê hat meşandin û mora xwe li şoreşê da, hê jî ji bo pergalên desthilatdar tirs û xof e. Ji ber vê yekê ye ku heman zîhniyeta Şoreşa Jinan a Rojava hedef digre, li Kobanê ya ku ji bo hemû cîhanê bûye cihê hêviyê, di 23’ê Hezîrana 2020’an de Zehra Berkel, Hebûn Mizgîn Xelîl û Emîne Weysî qetil kir. SÎHA’yên ku di van êrîşan de hatin bikaranîn, piştî wan, bi dehan şoreşgeran bi heman rêbazê qetil kirin. Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, di 23’yê Temûza 2022’yan de di salvegera dehemîn a Şoreşa Rojava bi şiara “Em ê bi yekitiya jinan, destkeftiyên şoreşê mezin bikin” tevli Foruma Jinan a li Qamişloyê hat lidarxistin bûn, di vegerê de li Tirbespiyê bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Jiyan Tolhildan di axaftina xwe ya dawî ya di forumê de gotibû; “Li dijî pergala baviksalar a ku tenê dizane bikuje, em dixwazin di pergaleke wekhev û adil de bijîn. Pêkanîna vê yekê hêsan nîn e. Hem li hundir, hem jî li derve êrîş hene. Bedelên vê yekê giran in. Me herî dawî li Kobanê şehîd Dilar Heleb bi rê kir. Di pergala yekperest de ger jin zincîran biqetînin azad bibin, êdî careke din nikarin koletiyê li ser wan ferz bikin. Jin çiqas nêzî azadiya xwe dibin, ewqas jî êrîş zêde dibin. Em ji mirinê natirsin. Em ê azad bijîn û jiyana bi koletî tu carî qebûl nekin.”
Nagihan tekoşîna hevpar a jinan bi rêxistin dikir
Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de jî endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel, ji aliyê îstîxbarata dewleta Türk MİT’ê ve li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin. Nagihan, li Bakur, Rojava û Başûr di têkoşîna azadiya jinan de roleke mezin lîstibû. Li Kurdistana ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye parçekirin, li her beşeke wê têkoşîna jinan a hevpar dimeşand. Di heman demê de bi nivîs û çalakiyên xwe têkoşîna azadiya jinên cîhanê bi rêxistin dikir.
Di rojên dawî yên sala 2022’yan de em careke din bi êrîşeke plankirî re rûbirû man. Navnîşana sûîqesdên li dijî jinan vê carê jî bajarê Fransayê Parîs bû. Bi vê bûyera dawî re Parîs bû cihê ku ji berê heta îro bi sûîqesdan tê bibîranîn. Vê carê jî hedef, pêşenga tevgera azadiya jinan Evîn Goyî bû. Evîn li Parîsê bi humermend Mîr Perwer ê li penaberiyê û welatparêzê qedîm Abdurrahman Kizil re li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ehmed Kaya hat qetilkirin.
Ji bo van cînayeten ku me li jorê mînakên wan da hewl tê dayîn wekî cînayetên kiryar nediyar werin hiştin. Bi vê yekê pêşî li darizandina berpirsyar û kujeran te girtin. Di kampanyaya bi navê “Ji bo darizandina dîktator 100 sedem” a ji aliyê Tevgera Jinan a Awropayê ve hatiye destpêkirin de, sûcên ku dewleta tirk û serokomar kirine, sûîqesdên ku hatine kirin bi delîlan hatin nîşandan lê ya ecêb ew e ku tevî dewleta tirk a faşîst qetliamên ku kirine îtiraf kiriye jî di hiqûqa navneteweyî de nehatiye darizandin. Wezîrê Karên Derve yê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê Suleyman Soylu, di 8’ê Adara 2020’an de bi gotina “PKK rêxistineke jinan e” cînayetên ku kirine îtiraf kir û îşaret kir ku dê zêdetir jin werin hefefgirtin. Di Cotmeha 2022’yan de li Îzmîrê di axaftina vekirina cihekî de Soylu careke din bi gotinên “PKK rêxistineke jinan e, xwe li ser jinan ava kiriye. Felsefeyek ku xwe dispêrinê heye” sûcê xwe îtiraf kir û kujeran deşîfre kir.
'Sedsala 21'ê dê bibe sedsala partîbûyîna ku xwe dispêre jinan'
Tevgera azadiya jinan a bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teşe girtiye; di serî de li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve te şopandin û wekî rêxistinbûn model tê girtin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi tesbîta “Sedsala 19'an çawa ku ya partiyên bûrûvayê bû, ya 20’an çawa ya partiyên kedê bû, sedsala 21’ê jî dê bibe sedsala partîbûyîna ku xwe dispêre jinan” bingeha bîrdozî ya tevgera azadiya jinên Kurd li gorî vê tesbîtê ava kir. Serdema em lê dijî xwedî potansiyelek wisa ye ku bênavber diguhere û zanîna jinan jî zêde dibe. Desthilatdarî dizanin ku hêzên pêşeng ên ve potansiyela serdemê bi rêxistin dikin dê sedsala 21'ê bikin ya jinan, ji ber vê jî ditirsin. Jixwe ji ber wê ye ku pêşengên jin bi sûîqesdan tên hedefgirtin. Ji ber vê tirsê li dijî jinên ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dikin êrîşan pêk tînin. Bi vê tirsê di serhildanên ku bi dirûşma “jin jiyan azadî” bi pêşengiya jinan, li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û li tevahiya Îranê belav bûn, rejîma Îranê zêdetir êrîşê jinan dike.
Li Rojhilat Rojava Başûr û Bakur jin pêşengên serhildanê ne
Pergalên kujer di vê tirsa xwe de mafdar in. Li Rojhilat ji roja destpêka êrîşan ve heta niha jin bi dirûşmên ku davêjin felsefeya şoreşê diyar dikin. Tu gav paşve navêjin û ber bi riya şoreşê ve dimeşin. Li Rojava, Başûr û Bakur jî jin pêşengên serhildanê ne, wekî kedkarên şoreşê yên ku nizanin westandin çi ye dixebitin. Jinên ku di tevgera azadiya Kurdistanê û tevgera azadiya jinan de, mora xwe li paşeroj û pêşerojê dane, bi têkoşîna xwe hewl didin rûpoşên modernîteya kapîtalîst ên faşîst û lîberalan bigre heta olperest û netewperestan, bingeha pergalên dewletperest dihejînin.
Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” tê wateya ku felsefeya têkoşîna azadiyê li hemû cîhanê belav bûye û bûye gerdûnî. Ev yek tê wateya vîn, hêz û rêxistinbûnê û ne tenê berxwedan, di heman demê de bûye felsefeya rêxistinkirin û hêza avakirina pergaleke nû.