Meclîsa Jinan a HDK’ê: Em ê bi ser bikevin, dê jin ser bikevin!
Meclisa Jinan a HDK'ê encamnameya dawî ya 12’emîn Konferansa Giştî ya Jinan weşand û da zanîn ku jin dê jiyaneke nû ava bikin û ser bikevin.
Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) encamnameya 12’emîn Konferansa Giştî ya Jinan a ku di 28'ê Çile de bi dirûşma “Serhildana me li dijî desthilatdariya mêr, israra me ji bo jiyana wekhev û azad e" eşkere kir.
Di encamnameya konferansê ku diyarî şoreşgerên jin Mariya Suphî û Jîna Amînî hat kirin de, hat destnîşankirin ku li hemû cîhanê êrîşên li dijî jinan û gelên bindest zêde bûne û hat balkişandin ku jin bi berxwedanê bersîva êriş û pêkutiyan didin.
'Hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo jinan gef e'
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an destkeftiya têkoşîna jinan e û AKP-MHP weke gefekî ewlekariyê dinirxîne û di tundiya mêr-dewletê de weke hêmaya sereke bi kar tîne. Hat gotin ku AKP-MHP bi kiriyarên xwe destkeftiyên jinan hedef digirin û hewl didin jinan bi tenêtiyê re rû bi rû bihêlin. Di heman demê de hate diyarkirin ku bi nîqaşên li ser makeqanûnê êrişên li ser bedena jinan tên domandin. Jinan, di konferansê de got ku AKP-MHP tehemûla azadiya jinan nakin û Meclisa Jinan a HDK’ê li dijî polîtîkayên ser makeqanûnê disekine û dê serhildana jinan mezintir bikin.
Tecrîd bandorê li hemû civakê dike
Di konferansê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bertek û hêrseke mezin hebû. Hat gotin ku Abdullah Ocalan dikare bibe damezirînerê wekheviya civakî û aştiyeke birûmet û polîtîkayên tecrîdê yên ku ji girtîgehan hat destpekirin, ji zanîngehan heta kargehan, ji tenduristiyê heta aborî, ji taxan heta kolanan, ji jinan, ji ciwanan heta zarokan, pîran, ji gelan heta baweriyan; bandor li polîtîkayên ji daristanan heta robaran tên meşandin de kir.
‘Em ê li ber xwe bidin'
Hate diyar kirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di polîtîkayên şer de israr dike, dê jin li dijî van polîtîkayan li ber xwe bidin û wiha hat gotin: "Ji bo derbaskirina qeyrana heyî, bi hemû hêza xwe êrîşî mûxalefetê dike û di polîtîkayên şer de israr dike. Wek tê zanîn bi 'Doza Kobanê' re pêvajoya êrîşa li dijî HDP'ê lez kir û ji bo girtina 7'ê Hezîranê tola ji HDP'ê re doza girtinê vekir. Daraza mêr a ku di hewldanên xwe yên ji bo desteserkirina îrade û têkoşîna yekbûyî ya gelan û meşrûkirina vê desteserkirinê de tu astengî nabîne, di pêvajoya hilbijartinên 2023’an de polîtîkayên xwe yên qirêj ên hilbijartinê xistiye meriyetê û bi bloqe kirina butçeya xezîneyê ku mafê HDP’ê ye bûye yekdestdariya desthilatdariyê bi îdianameyên derew hewl dide doza girtina HDP’ê bi lez bike. Em weke jin careke din diyar dikin ku em bi HDP'ê ku aktora sereke ya têkoşîna demokrasiyê ye re li berxwe didin û hêza ev tora tarî ya mafya-dewletê dê terê nake ku HDP'ê bidarizîne."
Di encamnameyê de her wiha balhat kişandina li ser rojeva hilbijartinê jî û ev peyam hat dayîn: “Me got ‘Em li vir in, li berxwe didin û em ê bi ser bikevin’. Li kolanê, li ser kar, li her derê, li her malê hertim em hene! Em ê bi hemû zanebûna xwe ya dîrokî û heyî û bi israra xwe ya têkoşînê jiyana nû ava bikin. Serhildana me ya li dijî desthilatdariya mêr, israra me ya di jiyana azad û wekhev de! Em ê bi ser bikevin, dê jin bi ser bikevin.”