Ji ber ku bi reqsê piştgirî dan serhildanê cezayê girtîgehê li wan hat birîn

Herdû hevjinên hev yên Blogger Astiaj Hagig û Amir Mohammad Ahmadi ji ber bi reqsa xwe piştgirî da serhildana Îranê, cezayê girtîgehê yê 10 sal û 6 meh li wan hat birin.

Navenda Nûçeyan – Li Tahrana paytexta Îranê dadgeha Devrîmê derbarê herdû hevjinên nivîskarên blogê Astiaj Hagig û Amir Mohammad Ahmadi de biryar da. Ji bo hevjînên ku bi îdiaya ‘Teşwîqkirina gendiliyan, li beramberî ewlehiya welat li hevkirinên veşartî, li dijî rejîmê propaxande’ tên darazandin 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Hêzên ewlehiya hikumeta Îranê  Astiaj Hagiga 21 salî û hevjinê wê Amir Mohammad Ahmadi yê 22 salî di 1’ê Mijdara 2022’an de ji bo piştgirî dayîna serhildanên Îranê li qada Azadiyê reqisîn hatin girtin. Ji derveyî cezayê 10 sal û 6 mehên girtîgehê, 2 sal qedexeya derketina derve lê hatin birin. Di heman demê de wê herdû hevjîn dû salan medyaya dijîtal bikar neynin. Daxwazên herdû hevjînan yên girtina parêzer hatin red kirin.