Raportorê Taybet a NY’ê ya Filistînê: Bi milyonan Filistînî tên cezakirin

Raportorê Taybet a Neteweyên Yekbûyî Filistînê Francesca Albanese, bertek nîşanî rawestandina alîkariya malî ya hin welatan ji bo UNRWA'yê didin da û wiha got: "Ev welatan di dema herî krîtîk de bi milyonan Filistîniyan bi awayekî komî ceza dikin."

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê ket roja xwe ya 114’an. Barana ku ev du roj in li Xezayê bi bandor e, jiyana Filistîniyên ku di kon an jî navendên stargehê de dijîn zehmetir kir. Kon û navendên stargehê di bin avê de man. Li aliyê din Îsraîlê ku êrîşên xwe didomîne, bi balafirên şer û topan herêma Batn es-Semîn a li rojavayê Xan Yunisê û Kampa El-Megazî ya li beşa navînî ya herêmê hedef girt.

Nexweşxaneya El-Emel 6 roj in bin dorpêçê ye

Heyva Sor a Filistînê di daxuyaniya xwe de diyar kir artêşa Îsraîlê ev 6 roj in nexweşxaneya El-Emel a li Xan Yunisê dorpêç dike û hedef digre. Di daxuyaniya ku hate destnîşankirin artêş li derdora nexweşxaneyê bombebaran û gulebaran dike û êrîşan gef li personelên tenduristiyê, birîndar, nexweşan û nêzî 7 hezar koçberên ku li vir stargehbûnê dixwe û bang li civaka navneteweyî kir ku navendên girêdayî Heyva Sor, xebatkarên tenduristiyê û tîmên ambûlansê biparez e. Di daxuyaniyeke din a Heyva Sor a Filistînê de jî hate ragihandin îro di encama gulebarana hêzên Îsraîlê ya baxçeyê nexweşxaneya Emalê de Filistînîyek ji cih û warên xwe bûye, jiyana xwe ji dest da.

Mala aîdê malbata Selmî hat bombebarankirin

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê, di encama bombebarana balafirên şer ên Îsraîlê ya li dijî mala aîdê malbata Selmî ya li taxa Ez-Zeytûnê ya li başûrê rojhilatê Xezeyê de herî kêm 8 kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin hêj di bin kavilan de miroav li benda rizgarkirinê ne. Hate diyarkirin di êrîşên hewayî yên li ser Taxa Tel el-Heva ya li başûrrojavayê Xezayê û herêmên rojavayê bajêr de zarok û jin jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin li herêmên bakurê Zîvala Xezayê tevahiya şevê ji hewa û bejahiyê hate bombebarankirin. Hate ragihandin di bine kavilên avahiyên hatine hilweşandin de kesên li benda rizgarkirinê sekînine hene.

'Bi milyonan Filistînî bi awayekî komî tên cezakirin'

Biryara Fînlandiya, Awustralya, Îngiltere û DYA’yê ya ji bo rawestandina alîkariya malî ya ji bo Ajansê ku bi îdiaya xebatkarên Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Penaberan a Filistînê (UNRWA) piştgiriyê didin Hamasê, rastî bertekan hat.

Raportora Taybet a Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, bibîrxist ku hin welatan piştî roja ku Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) têkildarî Îsraîlê li Xezayê qirkirin pêktîn de "biryarek maqûl" da,  biryar dan ku piştgiriya xwe ya malî ya ji bo UNRWAyê rawestînin. Francesca Albanese, da zanîn ku ev welatan di dema herî krîtîk de bi milyonan Filistînî bi awayekî komî cezakirine û destnîşan kir ev welatan di çarçoveya Hevpeymana Qirkirinê de erkên xwe binpêkirine.

Îrlanda piştgirî da UNRWA’yê

Alîkarê Serokwezîrê Îrlandayê, Wezîrê Karên Derve û Parastinê Micheal Martin, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, wiha got: "Ti plana Îrlandayê tune ku fonên xwe yên ji bo UNRWA rawestîne." Micheal Martin, destnîşan kir sazî bi 13 hezar xebatkarên xwe piştgiriyê dide 2,3 milyon gelê Xezayê. Micheal Martin, bal kişand ku di 4 mehên dawî de zêdetirî 100 xebatkarên UNRWA’yê hatine qetilkirin û wiha got: "Îrlandayê di sala 2023’an de ji UNRWA’yê re 18 milyon ewro piştgirî da û di sala 2024’an de jî piştgiriya xwe bidomîne.”

NY’ê bang kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ji bo sivîlên li Xezeyê jiyana xwe bidomînin, pêdivî alîkariya UNRWA’yê dimînin û bang li hin welatên ku biryar dane alîkariyên malî ku didin UNRWAyê bi awayekî demkî rawestînin kir ku ji vê biryarê gav paşve navêjin. Antonio Guterres, da zanîn derbarê îdiayên rayedarên Îsraîlî de ji aliyê Ofîsa Karûbarên Çavdêriya Navxweyî ya Neteweyên Yekbûyî (OIOS) ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û diyar kir ji 12 kesên ku di bûyerê de cih digirin nasnameya 9 kesan diyar bûye û ji aliyê Komîserê Giştiyê UNRWA’yê Philippe Lazzarinî ve dawî li karê wan hatiye anîn.

Li gorî daxuyaniya herî dawî; Di êrîşên ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Xezeyê daye destpêkirin de herî kêm 11 jê hezar zarok û 7 hezar û 500 jê jin bi giştî 26 hezar û 257 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 64 hezar û 797 kes jî birîndar bûn.