Rapora CPT ya Îmraliyê temam bû

Rapora ku CPT’ê ya di Îlona 2022’an der bare li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ziyaret kir temam bû.

Navenda Nûçeyan - Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 6-10’ê Adarê de li Strasboûrgê 110. Civîna Lijneya Giştî li darxist. Di civîna giştî de, komîteyê raporên li ser serdanên demkî yên li Xirvatîstan di îlona 2022, Portekîz di Gulana 2022 û San Marîno di îlona 2022 de pejirand.

Rapora li ser Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê CPT her wiha raporên serdanên xwe yên taybet ên di Mijdara 2022’an de li Yewnanîstan, Belçîka, Qibris, di Îlona 2022’an de li Romanya û Tirkiyeyê û her wiha rapora serdanên xwe yên bersivdayîna lezgîn a di Mijdara 2022’an de li Îngilîstanê qebûl kir.

CPT’ê diyar kir ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê dimîne jî ziyaret kiriye. Lê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya  Abdullah Ocalan girtiye ser mile xwe, daxuyaniyek da û got, “Me bihîst ku di Îlona 2022’an de dema CPT’yê çû Girava Îmraliyê, birêz Ocalan beşdarî hevdîtinê nebûye.

Hilbijartina endaman hatkirin

CPT bi lêkolîna rêbazên taybet ên serdana periyodîk a plankirî ya Ukraynayê û bernameya serdanên mayî ya sala 2023'an, di nav de serdanên paşerojê yên li Federasyona Rûsyayê û çalakiyên li wir, bernameya serdanên demkî yên sala 2024'an jî nirxand.

Piştî qebûlkirina rapor û plansaziyê, ji bo CPT’ê hilbijartinên endaman pêk hatin. Endamê CPT Doktor Alan Mitchell ji Îngilîstanê ji nû ve weke Serokê Komîteyê hat hilbijartin, Hans Wolff Endamê CPT'yê yê Swîsreyê, doktorê tenduristiyê ji bo Alîkara Serokê 1'emîn û Endama CPT'yê parêzer Therese Maria Rytter ji Danîmarkayê ji nû ve alîkariya Serok 2. hate hilbijartin.

Pêvajo çawa dimeşe?

Li gorî Peymana Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, CPT der barê dozên ku tespît dike de raporek amade dike û piştî her serdanê dikare pêşkêşî aliyên eleqedar bike. Li gorî peymanê, CPT rapora xwe ji aliyê pêwendîdar re dişîne, eger pêwîst bibîne dibe ku pêşniyaran tê de hebe. Li gorî vê yekê, piştî ku CPT raporê ragihîne, heke dewleta pêwendîdar bixwaze dikare bi şîroveya dewleta têkildar re raporê biweşîne.