Jinên Qahîreyê: Divê em li dijî tundiyê bibin yek
Di atolyeyên hunerî yên ku li Qahîreyê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de hatin lidarxistin de jinan jêhatiya xwe nîşan dan. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya yekitiya jinan a li dijî şîdetê.
ASMAA FATHI
Qahîre - Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de, Weqfa Jinê ya Nû ya li Misirê duh bi dirûşma "Parastina Jinê Pêşîn e" çalakiyek li dar xist. Di çalakiya ku rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatin nîqaşkirin, pêvajoya dîrokî ya weqfê jî hate vegotin. Di çalakiyê de atolyeyên hunerî yên weke vezîvirandina çopê, xêzkirina tabloyên dîwêr ên ji qumaşê, lîstikên hunerî, lêxistina ûdê jî hatkirin. Di çalakiyê de wêneyên ku herî dawî ji aliyê atolyeya wêneyan ve hatin kişandin û hunerên destan ên jin û zarokan hatin çêkirin jî hatin pêşandan.
Girîngiya yekitiya jinan anîn ziman
Rêvebera Weqfa Jinan a Nû Wafaa Attia axaftina vekirinê kir û balkişand ser pirsgirêkên ku jiyan û serkeftina jinan asteng dikinm û girîngiya yekitiya jinan kir. Parêzer û Koordînatorên Buroya Piştevaniyê ya Weqfê Hala Doma jî diyar kir ku ew ê zêdetir bixebitin ji bo piştgirîkirina jinên li herêmên marjînal, ger pêwîst bike ew ê biçin cihên herî dûr jî ji bo pirsgirêkên jinan çareser bikin û ji bo jinan bibe şemsiya parastinê.
'Armanca me ew e ku plansaziya çalakiyê bidin destpêkirin'
Rêvebera Projeya Parastina Yasayî di Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Menar Ebdulezîz ji ajansa me re axivî û got, “Armanca me ew e ku ji bo sala nû plansaziya çalakiyan bidin destpêkirin. Em bi nûnerên partiyan re axivîn. Em şêwazên çalakiyê ji bo derxistina qanûnên li dijî tundiyê nîqaş dikin. Li hemberî tundiyê, derxistina zagonan rêzek têkoşînê dixwaze. Weke weqf ji bo destpêkirina seferberiyê em bi însiyatîf û komeleyan re di nava têkiliyê de ne. Piştgiriya hiqûqî û derûnî ya ji bo jinan girîng e, lê divê biryarên bi bandortir bên girtin.”
'Pêwîstiya me qanûnên ku jin biparêze heye’
Berdevka Yekîneya Piştevaniya Hiqûqî ya Înîsiyatîfa femînîne Salem Parêzer Hiyam El-Genayî diyar kir ku sala 2022’an ji bo jinan saleke gelekî dijwar bû û got, “Jin ji ber tundiya zayendî, krîza aborî û aloziyan û pandemîya covid-19 rastî gelek zehmetiyan hatin. Pirsgirêkên cidî yên jinên Misirê hene. Jin êşê dikişînin û nikarin xwe bigihînin edaleta rasteqîn. Ji bo parastina wan qanûn hewce ne. Însiyatîfa me niha li ser pirsgirêkên rojnamegerên jin rû bi rû dimînin dixebite. Her wiha em bi pirsgirêkên randevûyê, betlaneya zayînê û pirsgirêkên ku jin di jiyana xwe ya xebatê de pê re rû bi rû dimînin re mijûl dibin.
'Divê li qadan çalakiyên xurt bên kirin'
Psîkoterapîst Olfat Allam, pisporê navneteweyî yê pirsgirêkên zayendî jî got: “Em xebatên xwe yên li ser tundiya li ser jinê bi israr didomînin. Jin di hemû qadên jiyanê de rastî şîdetê tên û zîhniyeta mêranî jinê biçûk dibîne. Di têkoşîna li dijî tundiyê de qanûn xwedî cihekî girîng in. Lêbelê, ne tenê qanûn derxistin, divê bêne bicîh kirin. Ji bo bidestxistina encamên baştir divê rêxistinên jinan û parêzvanên mafên jinan li qadan xurtir tevbigerin.”
Hînkirina zarokan li ser karên destan
Nûnera Manşiyet Nasir a Komeleya Pêşxistina Perwerde û Çandê ya El Bidaya Somaya Huseyîn di warê hunera destan de perwerdeyê dide zarokan. Somaya Hisên bal kişand ser zehmetiyên şert û mercên aborî û wiha got: “Armanca me ew e ku zarok di asta nitelîk de xwe pêşbixin. Di nav wan de 'Mafê min ê hînbûnê heye' jî di nav de gelek bernameyên me hene. Em dibêjin ji bo ku keç karibin bi azadî hilbijartinan bikin û destdirêjiyên pêşerojê red bikin ku bihêzkirina aborî girîng e. Piştgiriya jinan bi dabînkirina dahateke mayînde dest pê dike."
'Ji bo parastina jinan hevgirtin pêwîst e'
Lêkolîner Wafaa Ashry jî diyar kir ku ew li ser tundiyê lêkolînên curbecur dikin, lê divê ji bo xwe bigihînin jinên gundan jî hewl bidin û wiha pêl da gotinê xwe: “Pêwîste tundiya li ser jinan bê rawestandin. Jin xwedî destkeftiyên girîng in û zîhniyeta desthilatdar hewl dide van destkeftiyan tine bike. Tundî sûc e û divê li ber xwe bidin. Ji bo parastina jinan hevgirtin girîng e."