Rapora Çileyê ya DFG’ê: Zextên li ser rojnamegeran didome

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê, rapora xwe ya meha Çileyê parve kir û da zanîn zextên li ser rojnamegeran berdewam dike û hêj 53 rojnameger girtî ne.

Amed – Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a Çileya 2024’an” parve kir. DFG’ê, diyar kir di meha Çileyê de jî zext û zordariya li ser rojnamegeran berdewam kir. 

‘Pîşeya rojnamevaniyê bi her awayî hate hedef girtin’

DFG’ê, diyar kir ku di meha ewil a sala 2024’an de jî dîsa pîşeya rojnamevaniyê bi her awayî hedef hate girtin, qada çapemeniyê rastî zext û qedexeyan hat. DFG’ê, destnîşan kir ku rojnamegerên dema hewl didan karê xwe bikin rastî êriş, gef û zextan hatin, 2 rojnamevan hatin binçavkirin û 2 jî hatin girtin.

‘Hêj li Tirkiyeyê 53 rojnamevan girtî ne’

Di berdewamê de DFG’ê bal kişand ser hevseroka komeleyê Dîcle Muftuoglû û wiha got: “Mixabin di danişîna duyemîn a di 18’ê çileyê de jî nehat berdan. Bi îdiayên pûç dîl tê girtin û neberdana wê veguheriye zilmê.” DFG’ê da zanîn ku di çileyê de 7 rojnamevan hatin berdan lê hêj li Tirkiyeyê 53 rojnamevan girtî ne û wiha domand: “Li gel wê li dijî rojnamevanan lêpirsîn, doz û cezakarin qet kêm nabin. Ji bilî biryarên binçavkirin û girtinê yên li dijî hem pîşeyên me, binpêkirinên mafan, zext û qedexe jî di meha ewil a salê de ji rojevê neketin.”

‘Rojnameger rastî gefan hatin’

DFG’ê, destnîşan kir ku li dijî rojnamegeran gef tên xwarin û wiha domand: “Li ser medyaya dijîtal gef û heqaret li rojnameger Medîne Mamedoglû hatin xwarin. Her wiha li platforma medyaya dîjîtal a X’ê bikarhênerekî bi navê ‘Jîtemcî’ wêneyê guleyê ji Altan Sancar re şand, dîsa nûçegihanê BîrGunê Îsmaîl Ari bû hedefa Terîqata Menzîlê. Ev tiştên qewimîn tenê çend mînakên zext û gefên ku li rojnamevanan hatine xwarin in.”

‘Di nava mehekî de ji bo nûçeyan 11 caran biryara qedexeya weşanê hate dayîn’

Rapor wiha dom kir: “Ji bilî van hûrgiliyan, di çarçoveya ‘Qanûna Dezenformasyonê’ de, di meha çileyê de rojnamevan û nûçeyên wan rastî sansur û qedexeyan hatin. Di vê mehê de ji bo nûçeyan 11 caran biryara qedexeya weşanê hate dayîn. Bi heman awayî, gelek nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal hatin astengkirin.”

Herî dawî jî DFG’ê da zanîn ku tevî zext, qedexe, astengkirin, êriş û gefan jî dê karê xwe bidomînin û banga bidawîkirina van binpêkirinan û berdana Muftuoglû û hemû rojnamegerên girtî kir.

Daneyên meha Çileyê

Daneyên meha çileyê yên di raporê de wiha ne: “Du rojnameger rastî êrişê hatin, 2 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin, rojnamegerek rastî tundiyê hat, gef li 4 rojnamegeran hatin xwarin, 2 rojnameger hatin astengkirin, li girtîgehan mafê rojnamegerekî hatin binpêkirin, derheqê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin, doz li 3 rojnamegeran hatin vekirin, li 6 rojnamegeran bi giştî 7 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn, 43 dozên 121 rojnameger berdewam in, 53 rojnameger girtî ne, ji bo 11 nûçeyan biryara qedexeya weşanê hate dayîn, 3 malperên înternetê hatin girtin, 141 nûçe hatin qedexekirin û 238 caran xwegihandina tora civakî hate astengkirin.”